Îro di rojnameyên ereb de mijarê sereke ev in

Îro tureyeke din a civînên Astana tê lidarxistin. Di heman demê de guhetina demografîk ku di çarçoveya itîfaqên sê alî yên Rûsiya, Tirkiyê û Îranê de pêk tên, didomin. DYA îro sefaretxaneya xwe di salvegera 70'yî ya têkçûyîna şoreşa Filistînê de li Qudisê vedike.

Îro di rojnameyên ereb de mijarê sereke ev in
14 gulan, 2018   08:21

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de civîna Astana ku bi sponseriya Rûsiya, Tirkiyê û Îranê tê lidarxistin, hilbijartinên Îraqê û encamên wê, bandora hilbijartinên Lubanê, têkçûyîna Filistînê û vekirina sefartxaneya DYA li Qudisê wekî mijarê sereke girtin dest.

Rewşa Sûriyê û civîna Astana-9

Rojnameyên ereb derbarê rewşa Sûriyê bal kişandin ser civîna Astana-9 ku di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îran pêk tê, her wiha nîqaşên wan ên sê alî derbarê guhertina demokratîk û parçekirina Sûriyê. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb sernavê "Dosya girtî û windahiyan di lîsteya karê Astana de ye" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Astana wê balê nekşîne ser derbasbûna hêzên ereb ji Sûriyê re"avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Astana-9..hewldana Rûsiya-Îran ji bo hedefgirtina opozisyonê li Idlibê" avêt.

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Pêşbirka li ser xwe firehkirina li Sûriyê  "Astana" ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt got: " Civîna Astana di nava texmînkirina û imkana ku binpêkirinên nû di gelek mijare de pêk were, îro tê lidarxistin. Fermandarên leşkerî yên opozisyonê beşdar nebûn. Welatên misogerkar Rûsiya, Tirkiyê û Îran beşdar bûne, DYA û Urdin jî wekî çavdêr beşdar bûn. Şandeyên opozisyonê û rêjîma Sûriyê, her wiha nûnerê NY li Sûriyê De Mustora jî beşdar dibin."

Guhertina demografî li herêmê didome

Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê guhertina demografî ya li Sûriyê sernavê"Piştî parçekirina Sûriyê di navbera 'bisûd' û 'bê sûd' de..dê çarenûsa Idlibê ku bi hezaran endamên opozisyonê lê bi cih bûn, wê çi be" avêt.Rojnameyê nivîsa xwe spart hejmartinên hatine kirin û wiha got: "21 hezar kes ji gundên Hums, Hema û Şamê di meha gulanê de gihane Idlibê. Di navbera 8'ê gulanê û heta 13'ê gulanê 12 hezar kes ji gundên Humis û Hemayê hatin bicihkirin. LI ser wan jî di navbera 3'yê gulanê û 10'ê gulanê de jî 9 hezar kes ji gundewarên Şamê birin Idlibê."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de li ser zimanê şîrovekarê siyasî Mihemed El-Etar got: "Etar dûr xist ku rêjîma Sûriyê Idlibê derbas nake û diyar kir ku dewleta Tirk herêma rojavayê Sûriyê (Idlib, gundên Hema û Laziqiyê) xistiye dest. Etar her wiha da zanîn ku dewleta Tirk li gorî itîfaqên wê bi Tirkiyê, Rûsiya û Îranê re noqteyên çavdêriyê bi cih dike."

Îraqê

Ebadî xwe ji demeke nû re amade dike

Rojnameyên ereban derbarê rewşa Îraqê de nivîs û nûçe weşandin. Rojnameya El-Heyat derbarê hilbijartinên Îraqê de sernavê "Tewanbarî û gumdan beriya encamên hilbijartinan: Elawî doza ibtalkirina encamê kir. Hêzên kurdî ji sextetekariyê aciz in." avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Hilbijartinên Îraqê, rê ji wîlayetk nû ya Ebadî re vedike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çav li rê ye ku îro encamên hilbijartinan werin eşkerekirin. Li gorî daneyên duh derketin wê koalîsyona El-Nesir di rêza yekemîn de bin. Ev jî rê li ber serokê wê Heyder Ebadî vedike ku careke din di erka xwe de bimîn e."

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Îraqê de sernavê "Gelê Îraqê ji islamên tund re aciz in" avêt.  Rojnameyê got ku hilbijartinên Îraqê endamên ku kesayetên siyasî matmayî hiştine derketin holê û wiha dom kir: "Kesayên di lîstyên hilbijartinê yên cûda de cih digirin, matmayî hişt. Piraniya wan tayîfî ne. piraniya wan di teyarên Islamî yên şîî yên li ser Îranê têne hesabkirin in."

Sefaretxaneya DYA li QUdisê tê vekirin

Derbarê rewşa Filistînê jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Qudis Îro... Sefaretxane tê vekirin û xwêpêşandan têne lidarxistin" Rojnameyê got ku îro sefaretxaneya DYA li Qudisê tê vekirin û wiha dom kir: "Şandeyek Amarîkî îro beşdarî merasîma vekirina sefaretxaneya DYA ya Qudisê dibe. Ivanka Trump û hevjînê wê Jared Kouchner di nava şandeyê de cih digirin. Her wiha tê payîn ku Serokê Amarîka jî bi daxuyaniyeke bi dîmen beşdarî merasîma ku nûnerê 33 dewletan wê beşdarî wê bibin. Welatên Ewropa ya rojava jî vekirina sefaretxaneyê red dikin."

Lubnan

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Lubanê û bandora hilbijartinên hatin lidarxistin, sernavê "Teyar El-Wetenî El-Hur pêşbirka wezaretan dide destpêkirin" Rojnameyê got ku gelek kombûnên siyasî li Lubnanê li ser pêşbirka li ser wezaretan daye meşandin.

Yemen

Li ser rewşa Yemenê jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Cihê herê dawî yê Hûsiyîn li rojavayê Tez li ber ketinê ye" avêt.Rojnameyê ragîhand ku hêzên Yemenê yên hevbeş duh karîbûn rawestgeha deryayî ya Hemîme bi ewle bikin û wiha dom kir: "Her wiha herêma El-Etba ya bşûr parêzgeha El-Hedîde ya deryayî rizgar bikin."

(dc)