Koçber li bin konên xwe li benda meha rojiyê ne

Koçberên kampa Eyn Îsa li bin konên xwe li benda meha rojiyê (remezan) ne. Lê dibe ku ji ber zehmetiyên jiyanê nikaribin rojiyê bigirin. 

Koçber li bin konên xwe li benda meha rojiyê ne
Koçber li bin konên xwe li benda meha rojiyê ne
Koçber li bin konên xwe li benda meha rojiyê ne
Koçber li bin konên xwe li benda meha rojiyê ne
14 gulan, 2018   07:53

MIHEMED EHMED/GIRÊ SPÎ

Gelê Misilman li benda meha rojiyê ye û hêvî dikin ku ev meh bibe meha xêr û xweşiyê. Koçberên kampa Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî jî li bin konên xwe de li benda rojiyê ne, lê dibe ku ji ber rewşa koçberiyê û zehmetiyên jiyanî nikaribin rojiya xwe bigirin. 

Kampa Eyn Îsa 13 km dikeve başûrê bajarê Reqayê. Piraniya şîniyên kampê ji herêmên di destê rêjîma Baas de reviyane. Li kampê hemû xezanên ava vexwarinê li ber rokê hatine bicihkirin û ava wê germ dibe. Bi vê yekê koçberên ku rojiyê bigirin nikarin fitara xwe bi ava cemidî vekin. 

Li aliyekî din jî konên ku welatî lê bi cih bûne, wan ji germa havînê naparêzin, ji ber ku kon ji madeya naylon û pembo hatine çêkirin û ceyran li kampê nîne. Ji ber vê yekê welatî neçar dimînin ku di saetên nîva rojê de ji konan derkevin û li siya wan rûnên.  

Li kampê gelek rêxistin dixebitin, lê pêdiviyên rojiyê havînê ji koçberan re bi cih naynin.

Kamera ANHA′yê serdana kampê kir û rewşa koçberan bi nêzîkbûna meha rojiyê re şopand. 

Koçbera bi navê Ebîr Hisên a ji bajarê Bûkemalê da zanîn ku rêxistinên alîkariyê pêdiviyên havînê pêşkêşî wan nakin û wiha got, ″Derfetên me tune ne, em ê çawa di vê havîna germ de rojiyê bigirin?.″

Koçbera bi navê Ehmed Hemûd ê ji bajarê Reqayê diyar kir ku ji ber germa havînê dê rojiya îsal zehmet be û wiha domand, ″Konên ku em lê dijîn me ji germa havînê naparêzin û ava cemidî li gel me nîne. Di rojiya îsal de em ê gelek zehmetiyan bibînin.″

Koçberan û Endamê Rêveberiya kampê Celal Eyaf ji rêxistinên mirovî û aliyên berpirsyar xwestin ku di meha rojiyê de pêdiviyên koçberan bi cih bînin.  

Celal Eyaf got ku ew ê di meha rojiyê de ava cemidî ji koçberan re peyda bikin û wiha axivî, ″Me bi kargeheke bûzê ya navçeya Eyn Îsa re lihev kir û ew ê di meha rojiyê de bûzê bi buhayekî kêm bifiroşe koçberan. Bi vî awayî koçber dikarin fitara xwe bi ava cemidî vekin.″

(mm)

ANHA