'Karê destan bazinê zêr e'

Jina ji pêkhateya tukmen Fatma Mihemed pspora rêsandina bi karê destan e. Bi hunera destên xwe malbata xwe xwedî dike û pêdiviyên hemû zarokên xwe pêk tîne. Fatma dibêje ku karê destan werkî bazinê zêr e.

'Karê destan bazinê zêr e'
14 gulan, 2018   07:14

SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Fatma Mihemed (60) a ji pêkhatiya turkmen  dayîka 6 zarokan e. Ji bajarê Serêkaniyê ye. 8 sal berê piştî hevjînê wê diçe ser dilovaniya xwe, dest bi karê çêkirina cilan bi  desta dike û bi wî karî debara xwe û malbata xwe pêk tîne.

Fatma  nêrînên xwe yên derbarê keda  xwe de wiha rave dike:" Ez vê hunera destan ji zarokatî ji xaltîka xwe fêr bûm. Xaltika min ji ber ku qiymeta keda destan digirt xwest ez jî fêr bibim. Min bi kelecanek mezin ev karê hunerê pêk anî û fêr bûm. Dema ez zarok bûm min li ber ronahiya çirayê karê xwe dikir. Di şert û mercên dijwar de min dev ji hunera xwe berneda. Min cil û bergên xweşik bi destê xwe dirêsa."

Fatima Mihemed dayîka 5 keç û kurekî ye, bi hunera xwe ya karê destan re mijûl dibe û wiha pêdivyên zarokên xwe pêk tîn e. Di demsala zivistanê de karê Fatma zêde dibe. Fatma derbarê karê xwe de ev tişt anî ziman: "Cilên li bazarê pir buha ne, ji ber vê yekê gelek mirov ji min dixwaz in ez ji wan bi cil birîsim. Gelek hevalên min rîs ji min re tînin. Ez jî wan re cilan û pêdiyên din ji wan re çêkim, ez jî rewşa xirab a aborî didim ber çavan, lewma bi erzanî kar dikim û pereyan pir ji wan nagir im. Bi vî karê xwe ez gelek pêdiviyên civakê pêk tîn im."

 Fatma Mihemed da zanîn ku hunera wê ya karê destan wekî zêre û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Karê destan wekî bazinê zêr e. Ew cilan, dora desmalan ji morîkan, şefqe, şal, çekên zarokan, gore û lepikan bi tayên rengîn çêdikim."

(dc)

ANHA