Sersaxî ji rêhevalên Xalid Kûtê re hat xwestin

Berpirsên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û endamên partiyên Kurdî yên Rojava û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê sersaxî ji rêhevalên endamê meclîsa giştî ya PYD′ê Xalid Kûtê re xwestin.

Sersaxî ji rêhevalên Xalid Kûtê re hat xwestin
Sersaxî ji rêhevalên Xalid Kûtê re hat xwestin
Sersaxî ji rêhevalên Xalid Kûtê re hat xwestin
6 gulan, 2018   13:50

QAMIŞLO

Sersaxî li navenda PYD′ê ya bajarê Qamişla bi beşdariya Serokê Buroya Têkîliyên Giştî ya MSD′ê Xerîb Hiso, Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer û nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser, Partiya Yekîtiya Nitîmanî ya Kurdî, Partiya Çep a Kurd û Partiya Aştî ya Kurdistanî, hat lidarxistin.    

Beşdaran sersaxî ji rêhevalên şehîd Xalid Kûtê yê re xwestin. Kûtê li bajarê Girê Spî di encama teqîna mayînekê de şehîd bû.

(mm)

ANHA