Ji mayîna DAIŞ′ê zarokekî Efrînî birîndar bû

Li gundê Ehdas ê girêdayî navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê mayînek teqiya, di encamê de zarokekî Efrînî bi giranî birîndar bû. 

Ji mayîna DAIŞ′ê zarokekî Efrînî birîndar bû
6 gulan, 2018   13:39

ŞEHBA

Ji ber mayînên çeteyên DAIŞ′ê, jiyana welatiyên Kantona Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar man ku li Kantnona Şehbayê bi cih bibin, dikeve xetereyê. 

Îro jî mayîneke çeteyan Ehdas ê girêdayî navçeya Fafînê teqiya. Di encamê de zarokê Efrînî Hisên Mihemed Şêxo (16) bi giranî birîndar bû. Hisên li navçeyê ji aliyê kadroyên tenduristiyê yê nexweşxaneya Avirîn ve tê dermankirin. 

(mm)

ANHA