Komeleya Eştar a hevjînên şehîdan hat avakirin

Di bin dirûşmeya ″Bi rêxistina hevjînên şehîdan em ê asta têkoşînê û Berxwedana Serdemê bilind bikin″ de yekem konferansa malbatên şehîdan a li ser asta Bakurê Sûriyeyê, hat lidarxisin. 

Komeleya Eştar a hevjînên şehîdan hat avakirin
Komeleya Eştar a hevjînên şehîdan hat avakirin
Komeleya Eştar a hevjînên şehîdan hat avakirin
6 gulan, 2018   14:25

QAMIŞLO

Konferans duh li Navenda Çand û Hunerê ya bajaroka Rimêlanê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser û Saziyên Civaka Sivîl, hat lidarxistin. 

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Arşîm Çiya axivî  da zanîn ku pêwîste di vê pêvajoya dîrokî de destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê bêne parastin.  

Erşîm bal kişand ser girîngiya aktîfkirina rola hevjînên şehîdan di hemû qadên jiyanê de, da bikaribin bi erkên li ser milên xwe rabin.

Seroka Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Emîne Umer jî destnîşan kir ku dema ku Sûriyê veguheriye qada şer de, gelê Bakurê Sûriyeyê bi yek destî têkoşîna xwe didomînin û di pêvajoyê avakirinê de ne.

Di rêziknameya konferansê de bal hat kişandin ser van bendan ″Divê jin hêza pêşeng a xebatên aborî, civakî û siyasî be. Rastiya azadiya jinê, azadiya civakê ye. Zanebûna jinê, zanebûna civakê ye. Têkoşîna jinê li dijî zihniyeta baviksalarî, netewperest û olperestî. Pêşxistina prensîba biratiya gelan û netewa demokratîk. Misogerkirina jiyana azad.″

Di dawiya konferansê de, Komeleya Hevjînên Şehîdan bi navê Komeleya Eştar hat avakirin.  

(mm)

ANHA