Rapora hiqûqnasan: Tirkiyê li Efrînê qirkirina etnîkî pêk tîne

Di ropora hiqûqanên Sûriyê ya derbarê binpêkirinên li Efrînê de hate gotin ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê qirkirina etnîkî, çandî, mezhebû, her wiha guhertina demografiya herêmê pêk tîne.

Rapora hiqûqnasan: Tirkiyê li Efrînê qirkirina etnîkî pêk tîne
Rapora hiqûqnasan: Tirkiyê li Efrînê qirkirina etnîkî pêk tîne
Rapora hiqûqnasan: Tirkiyê li Efrînê qirkirina etnîkî pêk tîne
6 gulan, 2018   12:09

QAMIŞLO

Platforma Hiqûqnasên Sûriyê li navçeya Amûdê didome.

Piştî axaftina Hevseroka MSD‘ê Îlham Ehmed, derbarê binpêkirina dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê raporek ji aliyê parêzer Hesen Silêman ve hate xwendin.

Di raporê de wiha hate diyarkirin;

 ‘Aloziya Sûriyê bi şoreşekê ji şoreşên buhara gelan dest pê kir, paşê veguherî şerê bi wekîleyan di navbera  hêzên herêmî û navdewletî de. Îran û Rûsya destek dana hikumeta Sûriyê, destkdayîna wan hê jî didome. Ji ber yekê rê ji hêzên rêjîmê re hate vekirina ku li hemberî opozisyonê qezencî bidest xist. Li beramberî vê hêzên muxalif ku piraniya xwe Sunî ne ji aliyê (Tirkiyê, Erebistana Siûdî, Qeter û hin welatên din) her wiha Koalîsyona Navdewletî ku ji Amerîka, Birîtanî û Fransa pêk tê ve hate destekdayîn.

Hebûna komên cîhadîst ên girêdayî El-Qîde û Hizbullah a Lubnanê û milîsên Şîa di şerê li Sûriyê ji her kesî re eşkere ye. Şerê li vir rû dide veguheriya şerekî tayîfî.

Hemû hewldanên (Neteweyên Yekbûyî, Komkara Ereban û nûnerên navneteweyî) yên ji bo çareserkirina aloziyê û dawî li anîna şer ti encam negirtin.

Destpêkê hebûna komên terorîst li Sûriyê ne diyar bû, piştre ango piştî ku şoreşa Sûriyê ji xeta xwe  ya aştiyane derket û veguherî şerê leşkerî êdî hemû wan eşkere bû.

Di demên dawî de rola Tirkiyê ya di destwerdana di Sûriyê de wekî lîstikvan derket pêş. Dewleta Tirk bi armanca dagirkirina herêmê, zindîkirina serdema Osman planan dike û di tirajîdyaya heyî de cihek mezin digire.

Wekî tê zanîn dijminahiya dewleta Tirk li herêmên kurdan destpêkê bi riya wekîlên wê yên terorîst bû, ji Serêkaniyê dest pê kir û li Kobanê jî bi dawî bû.

Kurdan di dîroka nûjen de, efsaneyên qehrmenaiyê meşandin. Li Efrîna ku bibû parêstgeha koçberên ku ji mirin û hovîtiyê reviya bûn êrîş pêk anîn. Êrîşên li ser Efrînê piştî têkoçûna hewldanên çeteyên wê yên ji bo dagirkirina herêmên di bin parastina QSD‘ê de pêk hat.

Dewleta Tirk raste rast êrîş birin ser EFrînê, ji roja yekemn a êrîşan 73 balafirên şer, top û moşekê Efrîn û navçeyên wê topbaran û bombebaran kirin.

Binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê ev:

Sucên bi hemû reng û cûreyan, sucên qirkirina etnîkî û mezhebî, sucên li dijî mirovahiyê, komkuji, bikaranîna çekên kîmyewî, qirkirina çandî, leşkerkirina koçberan, guhertina demgorafî, hedefgirtina binsazî û saziyên xizmetguzariyê yên taybet û yên giştî, kuştin, koçberkirina niştecihên resen û bichkirina terorîstan li şûna wan.

Bi berxwedaniya lehengî ya ku gelê Efrînê dane meşandin, kiryarên dewleta Tirk derbasî qonaxeke nû bû, di vê qonaxê de, êdî kuştin û rûxandin zêdetir bû. Guhertina demgrafî armanca xwe tevlihevî derxistin di navbera kurd, ereb û suryanan de.

Li beramberî vê berxwedanê pêwîst bi tevgereke hiqûqî û zagonî li gorî asta hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê hebû. Li ser vê yekê binpêkirin û sucên dewleta Tirk bi wêne hatin belgekirin, her wiha îdanameyek hate amadekirin da ku sûcdarên binpêkirinan li dozgeriya navdewletî werin darizandin.

Di vê platformê de em bi hêvî ne ku hûn nêrîn û pêniyarên xwe derbarê agahiyên ku me li jêr bibirî xistin, bidin da ku em karibin ji bo Efrînê, û tevahî Sûriyê bixebin, ji ber ku berpirsyariya me ya dîrokî ye.

Platform bi nêrîn û pêşniyarên beşdaran didome.

(bb)

ANHA