Malbatên şehîdên Tebqayê soza şopandina riya şehîdan dan

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê bi wesîleya Cejna Şehîdan malbatên şehîdan pîroz kirin û soza şopandina xeta wan nû kirin.

Malbatên şehîdên Tebqayê soza şopandina riya şehîdan dan
Malbatên şehîdên Tebqayê soza şopandina riya şehîdan dan
Malbatên şehîdên Tebqayê soza şopandina riya şehîdan dan
Malbatên şehîdên Tebqayê soza şopandina riya şehîdan dan
Malbatên şehîdên Tebqayê soza şopandina riya şehîdan dan
6 gulan, 2018   11:24

ÛDEY EL-EHMED / TEBQA

Gelê Sûriyê û Lubnanê her sal 6'ê Gulanê wekî cejna Şehîdan pîroz dikin. Roja 6‘ê Gulana 1916‘an dewleta Osmanî ku Sûriyê û Lubnan dagirkiribû li qadên Mercê ya Şamê û El-Burc a Beyrûtê bi dehan rewşenbîr  darvekirin.

Bi boneya Cejna Şehîdan, endam û rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê cejn li cangoriyên azadiyê û malbatên wan pîroz kirin û gotin ku ew ê heta dawî xwedî li xwîna şehîdan derkevin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê dayîka şehîd Abdulxaliq Abdulrezaq Emîna Abdulrezaq got ku ew ê heta dawiyê riya şehîdên xwe bişopînin û diyar kir ku ew ê tekoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Her wiha dayîka şehîd Abdulrezaq destnîşan kir ku her çiqas êrîş li ser wan pêk bên ew ê heta dawiyê pişgiriya şervanên xwe bikin û ew ê ji bo parastina axa welatên xwe di çeparan de şer bikin.

Ji aliyê xwe ve xuişka şehîd Hemo Abdulezîz Nisrîn Abdulezîz cejna şehîdan li hemû malbatên şehîdan pîroz kir û got ku şehîd ewin ên ku ji bo azadî û rizgarkirina welatê xwe canê xwe feda kirin.

Abdulezîz tekez kir ku hemû komkujiyên ku dewleta Osmanî li ser gelê Ermenî pêk anî yek ji şahîdên li ser faşîzm û hovîtiya dewleta Osmanî ye. Abdulezîz destnîşan kir ku hemû kiryarên dewleta Osamanî heta roja îro jî dewam dike, mînaka vê yekî jî kiriyarên ku li ser şêniyên Efrînê pêk tîne, gelê Efrînê neçarî koçberiyê kir û mal û milkên welatiyan talan kirin û ew ji mafên herî besît mehrûm kirin.

Her wiha xuşka şehîd Mistefa Yasîm Mihemed got her çiqasî behsa şehîdan bikin nikarin bînin ziman. Yasmîn destnîşan kir ku şehîd mûma ku xwe ji bo azadiya gel xwe feda dike. Di dawiyê de Yasmîn got ku şehîd ji bo azadiya gel û axa welatê xwe xwe feda dike û canê xwe ji bo azadiyê dike qurban.

(bx)

ANHA