′Em ê mîrasên şehîdan biparêzin û dawî li dagirkeriyê bînin‘

Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê 6`ê Gulanê Cejna şehîdan li hemû şehîdên Sûriyê û Lubanên pîroz kir û tekez kir ku wê deskeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.

′Em ê mîrasên şehîdan biparêzin û dawî li dagirkeriyê bînin‘
6 gulan, 2018   12:25

XANDÎ ELO / TEBQA

Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê bi boneya Cejna Şehîdan daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadbûna bi dehan endamên Saziya Malbatên Şehîdan li ber avahiya saziyê ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê Emîna Abdulrezaq ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 6‘ê Gulanê rojeke welatparêzî ye. Ev roj li Sûriyê û Lubnanê tê pîrozkirin. Dewleta Osamanî di navbera 21`ê Tebaxa 1915`an heta destpêka 1917`an komkujî li ser gelek rewşenbîran pêk anî û ew li qada El-Buruc a Lubnanê û qada El-Mercê ya Şamê bi darvekirin. Ji ber vê yekê ew qad bi navê Qada şehîdan tê nasîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku faşîmzeya Osmanî ya dagirker didome. Di vê çarçoveyê de, siyasetên qirkirin, birçîkirin, tirs û siyasetên tirkirin pêk tîne. Kiriyarên herî ber bi çav li Efrîna Sûriyê  ku xwîna zarokan hate rijandin û jin hatin tecawzikirin, her wiha bi temen hatin girtin û malên sivîlan hatin talankirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aramanca dewleta Tirk serdema Osmanî ya sed berê zindî bike û wiha domand: "Gelê Sûriyê êdî dagirkeriya Tirkiyê qebûl nake. Dîroka hovîtiya Osmanî û Tirkiyê wê neyê veşartin. Tu hêz nikare li hemberî îradeya gelan bibe asteng."

Di dawiya daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê bal hate kişandin ku Kurd, Ereb, Çerkes, Suriyan û Tirkmen dê dawî li dagirkeran bîne û têkoşînê bidomîne û dê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatiye qezenckirin biparizin.

 

 (bx)

ANHA