2 ciwanên Êzidî di avê de xeniqîn

Li navçeya Zaxo 2 ciwanên Êzidî yên ji Şengalê ku penaberê Zaxo bibûn di avê de xeniqîn.

2 ciwanên Êzidî di avê de xeniqîn
3 gulan, 2018   07:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Derbarê bûyerê de polîsê Dihokê diyar kir ku duh êvarê 2 ciwanên Êzidî yên ji Şengalê ku penaberê navçeya Zaxo ya girêdayî parêzgeha Dihokê bûne, di avê de xeniqîn.

Her wiha polîsan diyar kirin ku temenê herdû ciwanan 17 û 18 salî ne û li Kampa Çem Mişko ya girêdayî Zaxo diman.

Cenazeyê herdû ciwanan rakirine morga nexweşxaneya Zaxo.