Cezayê darvekirinê yê Penahî hate taloqkirin

Ramîn Hisên Penahî ku ji bo bicihkirina cezayê wî yê darvekirinê biribûn girtîgeha yek kesî, carek din vegerandine girtîgeha giştî ya Sine.

Cezayê darvekirinê yê Penahî hate taloqkirin
3 gulan, 2018   08:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên birayê girtiyê siyasî Ramîn, Emced Hisên Penahî dayîn RojNews, cezayê darvekirinê ya Ramîn Hisên Penahî ji bo demek nediyar hatiye paşxistin.

Pêş du rojan Ramîn Hisên Penahî biribûn hucreya yek kesî ya girtîgeha Sine û ji malbatê re jî diyar kiribûn ku wê sibeha roja Pêncşemê bê darvekirin.

Emced Hisên Penahî birayê girtiyê siyasî Ramîn diyar kir ku şevê din Ramîn li girtîgeha giştî ya Sine peywendî bi malbata xwe re kiriye û gotiye ku ew birine girtîgeha Sine û got; “Lê cezayê darvekirinê yê Ramîn berdewam dike. Tenê ji bo demek nediyar hatiye taloqkirin.”

Her wiha Emced Hisên Penahî diyar kir ku duh di dema merasîma spartina xakê ya cenazeyê xarzaya wan Niştîman Hisên Penahî ku piştî bîhistina biryara darvekirina xalê xwe Ramîn Hisên Penahî dawî li jiyana xwe anî, hêzên Îtlaatê gefên girtinê li birayê wan Enwer Kiriye.

Enwer Hisên Penahî pêştir di 2007’ê de ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatibû girtin û di 2008’ê de bi îdiaya ‘xerakirina ewlehiya netewî’ cezayê darvekirinê dabûnê. Belê di sala 2013’ê de cezayê darvekirinê ji bo 6 sal cezayê girtîgehê kêm kirin û hatibû berdan.

Ramîn Hisên Penahî ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Sala buhrî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û ji aliyê Dadgeha Şoreş a Îslamî ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.