Barê dikandar û şêniyên Efrîne sivik kir

Nûrî Şêxurze her li herêma Efrîne zebze û fêkî difrot niha li Şehba jî heman karî dike û barê gel sivik dike.

Barê dikandar û şêniyên Efrîne sivik kir
Barê dikandar û şêniyên Efrîne sivik kir
Barê dikandar û şêniyên Efrîne sivik kir
Barê dikandar û şêniyên Efrîne sivik kir
18 nîsan, 2018   10:09

CAFER CAFO - ROZANA DADO / ŞEHBA

Piştî hejmara şêniyên Efrînê li herêma Şehba zêde bû, pêdiviya madeyên xwarine zêdetir bû. Êdî welatî ketine tevgerê û dikanên zebze û fêkî vedikin. Yek ji wan jî Nûrî Şêxurze ye.

Nûrî Şêxurze li dibistana gundê Til-Qereh a ji aliyê çeteyan ve hatî rûxandin, dikana zebze û fêkî vekir. Ew zebze û fêkî ji bajarê Helebê digre û li gundê Til-Qerah ê Şehbayê difroşe. Ne tenê şêniyên gundê Til-Qerahê pêdiviya xwe ji gel Nûrî digrin her wiha şênî ji Ehdas, Kefer Qaris û Til-Sosin jî berê xwe didin dikana Nûrî.

Beşîr Înalo jî yek ji kesên ku bi erebeya xwe fêkî û zebze li gundan difroşê ye. Îlano berî ku zebze û fêkî ji gel Nûrî Şêxurze bigre, rojane diçû gundê Kefer Naya zebze û fêkî digirt, ji ber dûrbûna rê bihabûna zebze û fêkî zêdetir bû. Piştî ew zebze û fêkiyên xwe ji gel Nûrî Şêxurze digre, êdî riya wî kin bûye û bihabûna zebze û fêkî jî kêm bûye.

Nûrî Şêxûrze ev bibû 30 sal ku li Efrîne ev kar dikir, niha li herêma Şehba heman karî berdewam dike.

(np)

ANHA