Yekîtiya Êzidiyan li Şehba daxuyanî da

Yekîtiya Êzidiyan li Şehba bi boneya roja Çarşema Sor dagirkeriya Tirkiyê ya Efrîne şermezar kirin û gotin:“ Ji bo li Efrîne findên azadî û aştiyê werin vêxistin, em ê her tiştê xwe feda bikin”.

Yekîtiya Êzidiyan li Şehba daxuyanî da
18 nîsan, 2018   10:12

ŞEHBA

Li kampa Berxwedan a Şehba Yekîtiya Êzidiyan bi boneya Cejna Çarşema Sor daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Êzidî Gulê Cafer ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“ Îro roja Çarşemba Sore û em ji gorên xwe dûrin. Me weke îro li Efrîne li nêzî gorên xwe şahiyên xwe organîze dikirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev roj tarî kirin, gorên me rûxnadin û em ji kevneşopiyên xwe dûrketin. Li hemberî vê dagirkeriyê berxwedaniya ku niha tê kirin dê bibe pira vegera li war û gorên xwe yên pîroz.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane û bi hemû cureyên çekan êrîşî me kirin. Rûsya û dewletên navdewletî jî li hemberî vê êrîşê bêdeng man.

Em ji van komkujiyan ne dûrin û dê berxwedanî û têkoşîna me berdewam bike. Em ê gundên xwe ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bikin.

Em soz didin gelê xwe ku berxwedaniya me li hemberî dagirkeriya Tirkiyê berdewam bike. Ji bo xemla Efrîn û rengên wê lê vegerin em ê her tiştekî xwe feda bikin.

Em roja Çarşema Sor li hemû gelê me hezar carî pîroz dikin”.

(np)

ANHA