Rojeva rojnameyên Erebî

Rêjîma Sûriyê wekî amadekariyên operasyona leşkerî dest bi topbarana gundewarên Humis û Şamê dikin. Ruhanî û Erdogan li ser Sûriyê lihevkirinan dikin.

Rojeva rojnameyên Erebî
18 nîsan, 2018   09:56

NAVNEDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di weşandên xwe yên îro de, bal kişandin ser gelek mijaran ji wan, dosyaya kîmyewî li Sûriyê, şandeya Filistîn diçe Misir û aloziya Yemen û hilbijartinên Iraqê.

Derbarê bi karanîna çekên kîmyewî li Sûriyê, rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Tîma lêpirsînê ya Qedexekirina Çekên Kîmyewî derbasî Dûma dibe û metirsî hene ku rêjîma Sûriyê û Rûsya bi cihê bûyerê lîstibin" weşand.

Di nûçeyê de wiha tê gotin, "Li gorî ragihandina fermî ya Sûriyê, pisporên navdewletî duh derbasî Dûma bûn, da ku dest bi lêpirsînê kîmyewî bike, ku beriya deh rojan pêk hatibû dewletên rojavayî rêjîma Sûriyê sûcdar kiribû. Parîs û Washington metirsiya xwe anîn ziman ku dibe polîsên leşkerî yên Rûs û Sûriyê ji roja şemê ve bi delîlan lîstibin."

Li ser gundewarên Humis û Şamê amadekariyên operasyona leşkerî

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa meydanî li Sûriye nûçeyek bi sernavê "Rêjîma Sûriyê wekî amadekariyê operasyona leşkerî gundewarên Humis û başûrê Şamê topbaran dike" weşand û got, " Hêzên rêjîma Sûriyê piştî ku Dûma û tevahî Xûta girtin, bi armanca operasyoneke leşkerî, dest bi topbarana gundewarên Humis û başûrî Şamê kir."

Almanya amade ye navbeynkariyê di navbera Rûsya û Tirkiyê çêbike

Rojnameya El-Heyat derbarê, encamên êrîşa sê alî ya li dijî Sûriyê nûçeyek bi navê "Almanya amade ye rola navbeykariyê di naver Rûsya û Erdogan bilîze û Ruhanî soza hevkariyê dide" weşand.

Rojnameyê got, "Di gel navkokiyên di navbera Washington Parîs û Lundun ji aliyekî û  Mosko li aliyekî din, Almanya destnîşan kir ku ew amade ye di navbera wan de bibe navbeynkar. Li aliyekî din jî Serokê Tirkiyê Erdogan û yê Îranê Hesen Ruhanî gotin ku ew ê xebatên xwe yên hevkariya  ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê berdewam bike."

Rêveberiya Trump daxwaza li welatên Ereban kir ku hêzan bişînin Sûriyê

Rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê " Rêveberiya Trump daxwaz ji dewletên Erebî dike ku hêzên xwe bişînin Sûriyê û Erebistana Siûdî jî amade ye", El-Ereb jî sernavê " Erebistana Siûdî ji Trump re: belê, em ê biçin Sûriyê" avêtin.

Di nûçeya rojnameya El-Ereb de hate gotin, "Rojnameya Wall Street Journal a Amerikî  di rapora xwe de ku roja sêşemê belav kir, diyar kir ku rêvberiya Trump bi welatên Erebî re nîqaş kir ku hêzên xwe bişînin Sûriyê  û li şûna hêzên Amerikî bêne bi cihkirin."

Hilbijartinên Iraqê

Rojnameyan derbarê amadekariyên hilbijartinên Iraqê manşêtên cûda avêtin. El-Şeriq El-Ewset sernavê "Dengbêjekî Iraqê xwe hilbijart" û El-Qudis El-Erebî jî "Propogendayên hilbijartinan parlamentoya Iraqê pûç dike.. li Nînewa tewanên kirîna dengan" avêtin.

Di manşêta rojnameya El-Qudis El-Erebî de hate gotin ku piraniya endamên parlanemtoya Iraqê li herêmên xwe bi propogendayên hilbijartinan ku tê payîn 12‘ê Gulanê dest pê bike, mijul bûne û civîn qutkirine. Çavkaniyek ji mûdîriyeta ragihandinê ya parlamentoyê diyar kir ku civîna parlamentoyê ku divyabû duh hatiba lidarxistin, pêk nehat. Çavkanî sedema vê yekê diyar kir ku ji ber endamên parlamento bi propogendayên hilbijartinên mijul bûne. Serokê parlamanetoyê Selîm El-Cibû civîn ji bo demek din paş xist."

Aloziya Yemen

Rojnameyên Erebî bal kişandin ser bangawaziyên navnetewî ji bo danûstandinên çareserkirina aloziya Yemenê, Rojnameya El-Şeriq Ewest " Di nava du mehan de projeya navnetewî ji bo danûstandinên derbarê Yemenê " weşand û got, "Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffith, di civîna li pêşiya Konseya Ewlekariyê ya duh de, projeya xebatan ji bo danûstandinên di navberên aliyên bi nakok ên li Yemenê destnîşan kir û got ku proje di nava du mehan de were amadekirin. Proje xwe dispêre biryara 2216 ya çarseriya siyasî."

Şandeya Hemas li Qahîre ye

Derbarê aloziya Filistînê, gelek mijar derketin pê, ji wan El-Heyat sernavê "Di ‘roja dîlgirtî‘ meşên gel ji bo rawestandina girtiyan û cezakirina sûcdarên şer de meşên gel", rojnameya El-Ereb jî sernavê "pevçûnên aliyên Filistînê doza Filistînê ji naveroka xwe derdixîne" weşand û got, "Bi armanca lidarxistina encumena niştimanî di dawiya nîsanê de ku tevgera Hemas û Cîhad û Cebet El-Dîmoqratiya û El- Şabiya qebûl nakin beşdar bibin, şandeyek ji Tevgera bi serokatiya Cîgirê Serokê Tevgerê Selah El-Arorî û Mûsa Ebû Merzûq, Xelîl El-Heya û Husam Bedran gihiştin  Qahîra da ku hevdîtinan bi rayedarên Misirê re pêk bînin. "

(bb)

ANHA