Zêdeyî 50 malbatên çeteyên Xûta li gundê Mîrkan ê Efrînê hatin bicihkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca guhertina demogarafiya herêmê malbatên çeteyên ji Xûta Rojhilat li gund û navçeyên herêm Efrînê bi cih dikin û yek ji wan gundan gundê Mîrkan (Hesê) yê girêdayî navçeya Mabata ye.

Zêdeyî 50 malbatên çeteyên Xûta li gundê Mîrkan ê Efrînê hatin bicihkirin
17 nîsan, 2018   08:58

EFRÎN

Navçeya Mabata ku niştecihên wê Elewî ne ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî guhertina demografî tê.

Di encama lihevkirina Rûsî – Tirkî li ser Xûta û bicihkirina malbatên çeteyan li Efrînê,  çavkaniyan ji ajansa me ANHA`yê re tekez kirin ku artêşa Tirk a dagirker zêdeyî 50 malbatên çeteyên Xûta Rojhilat li gundê Mîrkan bi cih kirine.

Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker Endamê Partiya El-Partî ya di bin sîwana ENKS`ê de Enwer Sîno weke berpirsiyar ji gundê Mîrkan re erkdar kiriye û malbatên çeteyên El-Xûta li gund bi cih dike.

(bx)

ANHA