Rojeva rojnameyên Erebî..

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hê derbasî Dûma nebûye, Rûsya û çekdaran li hev kirine ku El-Dimêr radestî rêjîmê were kirin, bi vê yekê rê Dera li pêşiya rêjîmê tê vekirin. Derbarê Yemenê de tê gotoin ku başûrê Yemenê ber bi xweseriyê ve diçe. Li aliyekî din Hêzên Israîl Dufaya Rojava û Xezayê girt.

Rojeva rojnameyên Erebî..
17 nîsan, 2018   08:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji mijarên ku di rojeva rojnameyên Erebî de bûne manştê; pêşketinên li Sûriyê piştî êrîşa rojavayê ya li djiî bargehên rêjîma Sûriyê û şandeya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hê derbasî Dûma nebûye, hilbijartinên Iraqê, alzoiya Yemenê, Filistîn û Israîl ne.

Şandeya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hê derbasî Dûmayê nebûye

Rojnameya El-Heyat sernavê "Tîma lêpirsînê ya «kîmyewî» Dûma ne şopandiye û Mosko wê bi lîstokan tewambar dike" û Ronameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "tîma «kîmyewî li Dûma» têne tuhmetbarkirin" weşandin.

Rojnameya El-Ereb jî derbarê heman mijarê sernavê "Rojavayî Mosko dihêle û El-Esed jî di bin zexta kîmyewî ya Dûma de ye" weşand. Di nûçeyê de  wiha tê gotin, "Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê, Amerîka û Birîtanya, bi delîlan Mosko tewambar kirin ku bermahiyên gaza jehrê ku 7‘ê Nîsanê li Dûmayê pêk hatibû rakirine, duşemê tureyek nû ya şerê di navbera Rojava ji aliyekî û rêjîma Sûriyê û Mosko li aliyekê dest pê kir."

Rojnameya dom kir " Rêveberê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Ehmed Ozmeco di civînê de, ragihand ku pisporên çekên kîmyewî hîna negihiştine Dûma û diyar kir ku rayedarên Rûs û Sûriyê ji  tîma rêxitinê re gotin ku hîna doz hene bi dawî bûne, divê werin bidawîkirin paşê."

Bi itîfaqa Rûsiyê, El-Dimêr ji rêjîmê re ye

Têkildarî rewşa Meydanî ya Sûriyê, rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Berê Rêjîm û Rûs li başûrê Şamê û Qelemûn ne", El-Qudis El-Ereb jî sernavê "Piştî tehdîdên bi şer ên ji aliyê Rûs ve.. lihevkirina li ser koçberkirina şêniyên bajarê El-Dimêr a gundewarên Şamê çêdibe" weşand.

Di nûçeya El-Qudis El-Erebî de tê gotin, "Komên opozisyonê yê li bajarê El-Dimêr ê bakurê rojhilatê paytexta Şamê û Rûsya gihiştin lihevkirina ku çekdar û sivîl ên qebûl nakin bi rêjîma Sûriyê re lihevkirinan çêbikin ji bajêr werin derxistin. Çavkaniyên leşkerî texmîn dikin ku berê çekdar û sivîlan li bajarê Cerablus ê gundewarê Helebê be, li beramberî ku bajarê ku 100 hezar sivîl tê de mane radestî rêjîma Sûriyê were kirin."

Dera hedefa li pêş a rêjîmê ye û Idlib hat taloqkirin

Rojnameyên Erebî diyar kirin ku rêjîma Sûriyê ji bo ku ewlehiya Şamê misoger bike, niyeta wê heye ku ber bi Derayê ve pêşbikeve. Her wiha hate diyarkirin ku Idlib a di bin serweriya Cebhet El-Nura û çeteyên Tirkiyê hatiye paşxistin. Derbarê mijarê de, rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Piştî misogeriya ewlekariya Şamê, Dera hedefa rêjîmê ye û Idlib ji bo demek din hatiye taloqkirin", El-Şerq El-Ewset jî, sernavê "Gelo wê Dera armacna Hêzên El-Esed be piştî misogerkirina Şamê?" weşand.

li gorî nûçeya El- Şeriq El-Ewset" Li gorî şîrovekaran ji AFP‘ê re; girtina Xûtaya Rojhilat ji aliyê rêjîma Sûriyê riya başûr bi taybet Dera ji artêşê re vedike. Lê parêzgeha Idlibê (Bakurê Rojava) di dema heyî de ne di rojevê de ye."

Hilbijartinên Iraqê

Têkildarî amadekariyên hilbijartinên parlamentoya Iraqê, Rojnameya El-Şerq El-Ewset sernavê "Li Kurdistan, beramezetên Kurd di lîsteyên Erebî de ne" û rojnameya El-Ereb jî sernavê "Rûyekî din ê fesadê li Iraqê, xeriçkirinê pereyan ji bo propogendayên hilbijartinan" weşand. Di nivîsê de wihat tê gotin, "Hate xuyakirin ku rojên destpêkê yên hemleyên propogendayên hilbijartinên Iraqê ku dê 12‘ê meha pêş destpê bike bernamzetan ji bo propogendayên xwe bikin pere zêde xeric dikirine."

Çavkaniyên siyasî ji rojnameyê re diyar kir ku "Lîsteya Dewleta Zagonî ku Nûrî El-Malikî serokatiya wê dike, Lîsteya El-Nesir bi serokatiya Heyder El-Eabî, Lîsteya El-Fetih bi serokatiya Hadî El-Amirî di pişbirkê de ne, her lîsteyek ji bo bi serbikeve pereyan xeric dikin. Dibe ku bighêje bi mîlyar dolar jî."

Aloziya Filistîn û Israîl

Derbarî rewşa Filisîtînê rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê " Di roja `Nekba‘ de hêzên Îsraîlê Dufa Rojava û Xeza bi temamî digre" avêt. Li gorî nivîsê," Li gorî malpera elêktronîk a Times of Israel Artêşa Îsraîlê ragihand ku dê roja yekşemê an go di roja salvgera damezirandina Delwta Cihû de, ku ev roj ji bo filistîniyan nekbe ye deriyê di navbera Xeza û Îsraîlê de werin girtin.

Başûrê Yemen ber bi serxwebûnê ve diçe

Derbarê pêşveçûnên li Yemenê, Rojnameya El-Ewset nûçeyek bi sernavê " Zarokên ji leşkeriya bi darê zorê xelas bûne: Em bi pere û çekan dixapandin" weşand û El-Ereb jî sernavê "Xwena serxwebûnê ya başûrê Yemenê.. ‘bombeyek ji teqînê re amade ye‘" weşand. Di nivîsê de wiha tê gotin, " Li gorî lêkolînekê ji aliyê Peymaneha Birîatanî ya Siyasetên Derve ya Chatham House" Başûrê Yemenê ‘Bombeyek ji teqînê re amade ye‘ . kesê ku lêkolîn amade kiriye Peter Salisbury destnîşan dike ku piştî 3 salên şer, Yemen bûye ‘Dewletek bi alzo‘. Piştî ku Yemen yek dewlet bû, niha bûye mîna herêma biçûk ji bo dewletan. Di vê  herêmê de siyaetên bi girêk û nakokiyên navxweyî tijî ye. Di encamê vê aloziyê de başûrê dewleta Yemenê ber bi serxwebûnê ve diçe. Di dîroka başûrê Yemenê hewldanên serxwebûnê hebûn. Aliyên siyasî û rayedarên biyanî texmîn dikin ku ‘Doza Başûr‘ ji bo demekê din were paşxistin, ji ber ku aliyên serxwbûnê hêza wan hevgirtinê kêm e."