Salih Ebdo: Xwendekarên Efrînê dikarin xwendina xwe li Cizîrê dewam bikin

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku ji bo xwendekarên Efrînê xwendina xwe dewam bikin deriyê qeydkirina navên xwendekaran li Zanîngeha Rojava li pêşiya wan vekiriye.

Salih Ebdo: Xwendekarên Efrînê dikarin xwendina xwe li Cizîrê dewam bikin
17 nîsan, 2018   09:08

QAMIŞLO

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di 20`ê çileyê de li ser herêma Efrînê destpê kir, binesaziya herêmê hate xerabkirin û hemû saziyên wê hatin girtin. Şêniyên Efrînê ji bo ku komkujî bi ser wan de pêk neyê, neçar man ku dev ji warên xwe berdin û werin kantona Şehbayê.

Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê zêdeyî 50 hezar xwendekarî ji xwendina xwe mehrûm man.

Di vê çarçoveyê de, Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku ji bo xwendekarên Efrînê karibin xwendina xwe dewam bikin deriyê qeydkirina navan li  Zanîngeha Rojava li pêşiya wan vekiriye.

Ebdo diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê zêdeyî 50 hezar xwendekar ji xwendina xwe mehrûm man û ev tişt anî ziman,"Ji bo ku xwendekarên Efrînê ji xwendina xwe mehrûm nemînin deriyê qeydkirina navan li pêşiya wan vekiriye û her kes dikarê xwe li gorî beşê xwe qeyd bike û xwendina xwe dewam bike."

Mihemed Salih Ebdo got ku derbarî vê mijarê de komîteyke taybet li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo hate avakirin û ji bo xwendekar xwendina xwe dewam bikin ev komîte wê hemû xwendekaran pêşwaz bike. 

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya kantona Qamişlo Mihemed Salih Ebdo tekez kir ku qeydkirina navan wê di roja Pênşemê ango   19`ê Nîsanê de dê destpê bike. Her wiha Mihemd Salih Ebdo bang li hemû xwendekarên Efrînê  kir ji bo xwendina xwe dewam bikin berê xwe bidin Zanîngeha Rojava.

(bx)

ANHA