KCD`ê Cejna Çarsema Sor li civaka Êzidî û hemû mirovahiyê pîroz kir

KCD`ê got,ʺEm Cejna Çarsema Sor bi dilsozî di serî li civaka Êzidî û hemû mirovahiyê pîroz dikin.ʺ

KCD`ê Cejna Çarsema Sor li civaka Êzidî û hemû mirovahiyê pîroz kir
17 nîsan, 2018   08:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCD`ê wiha ye:

ʺGel û baweriyên cuda yên Kurdistan û Rojhilata Navîn bi hezaran salan e bi şahî û cejnan hişyarbûna xwezayê pîroz dikin. Ji van cejnan yek jê jî Çarşema Sor a ji hêla gelê qedîm ê Kurdistanê civaka Êzidî ve tê pîrozkirin.

Civaka Êzidî her sal piştî 13’ê Nîsanê, çarşema ewilî wekî Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Çarşema Sor wekî roja ku dinya hatiye meyandin dibîne. Ji ber vê yekê wekî mizgîniya zindîbûna xwezayê, sersala nû û rojên xweş û geş tê dîtin. Kîndarî û nefretê red dike, wekî rojekî aştî, biratî, tevkarî, hişmendiya mirovaheziyê û şêweya jiyanê tê qebûlkirin.

Li Rojhilata Navîn gelê ku herî zêde bi komkujî û qirkirinan re rû bi rû hatine hiştin civaka Êzidî ye. Polîtîkayên bişaftin, tunekirin, înkar û koçberkirina bi darê zorê yên li Rojhilata Navî tê meşandin herî li ser gelê me yê Êzidî hatine meşandin. Çeteyên DAIŞ’ê yên bi fermana 73’an re êrîşî ser gelê me yê Şengalê û war her cihê ku gelê me yê Êzidî lê dijîn kirin.  Bi ev qirkirina ku li ser gelê me yê Êzidî hat meşandin re, jinên Êzidî hatin revandin û li bazaran hatin firotin, bi dehezaran Êzidî ji neçarî koçber bûn û hwd. Ev pêkanînên dermirovahî yên li ser gelê me yê Êzidî hatin meşandin hê jî di hişê me de zindî de. Gelê me yê Êzidî bi dagirkirina Efrînê re dîsa neçar man ku cih û warên xwe biterikînin û bi zilmê re rû bi rû ne.

Gelê me yê Êzidî berxwedana bi armanca xweparastinê ya li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ û li dijî hemû polîtîkayên qirkirinê meşandin û bi vê berxwedana xwe sîstema civaka demokratîk avav kirine. Ev sîstem bûye bingeha misogeriya gelê me yê Êzidî.

Bi wesîleya vê cejnê em berxwedana gelê me yê Ezidî ji bo hebûn û azadiya xwe daye meşandin silav dikin. Bi van hest û ramanan em Cejna Çarsema Sor bi dilsozî di serî li civaka  Êzidî û hemû mirovahiyê pîroz dikin.ʺ

(kc)