Meclîsa Jinan a Tebqayê derfetê ji jinan re pêk tîne

Meclîsa Jinan a Tebqayê bi hevserokên melîsên herêmî yên gundên girêdayî bajaroka Cirniyê ya bakur-rojavayê bajarê Tebqayê re civiya da ku meclîsên herêmî yên jinan werin avakirin. Armanc ji civînan jî ew e ku jin di hemû qadên jiyanê de katîf bibe.

Meclîsa Jinan a Tebqayê derfetê ji jinan re pêk tîne
17 nîsan, 2018   08:38

TEBQA

Civîn li navenda Meclîsa Sivîl a bajaroka Cirniyê hate lidarxistin. Endama Rêveber a Meclîsa Jinên Tebqayê Cûdî Umer, Endama Mala Jinan a Cirniyê û hevserokên meclîsên herêmî yên gundên Cirniyê beşdar bûn.

Hejmara meclîsên hatine avakirin derdora 50'yî ye.

Di civînê de Endama Rêveber a Meclîsa Jinan Cûdî Umer axivî û bal kişand ser rêbaza kar û xebata ku jin di nava meclîsên herêmî de pêk bîn in û got ku meclîsa jinan wê bibe gava yekem a pêkanîna projeyên pêşerojê yên taybet bi jinan.

Tê payîn ku civînên bi vî rengî dewam bikin.

(dc)

ANHA