Semînerek li ser jiyana Ocalan hate lidarxistin

Endama Rêvebre a Kongreya Star Welîda Bûtî diyar kir ku Fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan gelê Bakurê Sûriyê gihandiye asta ewlekariyê.

Semînerek li ser jiyana Ocalan hate lidarxistin
9 nîsan, 2018   14:25

QAMIŞLO

Kongreya Star li sala Roj a navçeya Tirbespiyê semînerek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan lidar xist. Di semînerê de Endama Rêveber a Kongreya Star Welîda Bûtî û bi dehan jinên navçeyê beşdarî kongreyê bûn.

Semîner bi rêzgirtinê destpê kir paşê Endama Kongreya Star Asaya Cuma bixêr hatina beşdaran kir.

Di berdewama semînerê de Welîda Bûtî axivî û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bibîr xistin û wiha got: "Ocalan bi hevalên xwe re li zanîngehê komek ku doza azadiya gelên bidest dike ava kir.

Welîda Bûtî her wiha da zanîn ku Ocalan ji bo azadiya gelên azadîxwaz tekoşînek bê hempa da meşandin û li dijî hêzên desthildar tekoşîn da meşandin û bibîr xist ku Ocalan bi fikrê xwe Netewa Demokratîk ku gelên Bakurê Sûriyê gihandiye asta ewlekariyê ava kir.

Endama Rêveber a Kongreya Star Welîda Bûtî di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe dijberiya gelê herêmê dike û êrîşa dawî ya li dijî Efrînê û komkujiyên ku dewleta Tirk pêk anîn, nîşana herî ber bi çav e. Lê gelê herêmê wê bi tekoşîn û hevgirtina xwe hemû pîlanên wan têk bibin."

(dc)

ANHA