Turnuvaya fotbolê li kampa En Îsa destpê kir

Komîteya Ciwan û Sporê a Meclîsa Sivîla turnuvaya fotbolê ji sîpeyên kampa Ên Îsa re bi beşdarbûna 6 tîman dandestpêkirin.

Turnuvaya fotbolê li kampa En Îsa destpê kir
9 nîsan, 2018   14:17

GIRÊ SPÎ

Komîteya Ciwan û Sporê bi armanca pêşxistina berhemendiya zarokên sîpe turnevaya fotbolê bi beşdarbûna 6 tîman dan destpêkirin. Tîmên Seada, Keramê, Emel, Ewde, Teawin û Selam ketin pêşbirkê.

Matşa yekem li ser lîstgeha kampê di navbera tîmn Seada û Ewde hate lidarxistin, bi dehan welatiyên kampê li matşê temaşe kirin.

Turnova dê 8 rojan dewam bike, matiş rojane ji bilî rojên pêncşem û Înê wê werin lidarxistin. Piştî turnuva bi dawî bibe wê tîma kampa Ên Îsa ji hemû tîman were derxistin.

Brpirsê turnuvayê Iyad Newaf destnîşan kir ku turnova wê dema vala a ciwanan dabigre û wan teşwîqî pêşxistinê bike.

(dc)

ANHA