TEV-DEMʹê rewşa Bakurê Sûriyê ji gelê Girkê Legê re nirxand

TEV-DEM bi şêniyên navçeya Girê Legê ya girêdayî Kantona Qamişlo re civiya. Di civînê de rewşa dawî herêma Bakurê Sûriyê û Berxwedana Serdemê hatin nirxandin.

TEV-DEMʹê rewşa Bakurê Sûriyê ji gelê Girkê Legê re nirxand
28 adar, 2018   17:50

QAMIŞLO - Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê di civînê de amade bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre  Endama Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Medya Mihemed axivî, rewşa siyasî ya herêmê û cîhanê nirxand. 

Medya bal kişand ser siyasetên navneteweyî ku li Rojhilata Navîn tên meşandin û wiha got, ʺPiştî ku sîstemên neteweyî li herêma Rojhilata Navîn bin ketin, dewletên emperyalîst û kampîtalîst hewl dan careke din hêza xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin. Amerîka dixwaze li herêmê şer gur bike da kiryarên kuştin û rûxandinê pêk werin da dawiyê Amerîka rola rizgarkirina gelan ji rewşa şer bilîze.ʺ 

Medya anî ziman ku neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a di navbera gelên herêmê de, projeyên hêzên kampîtalîst asteng dike û wiha domand, ʺJi ber vê sedemê gelek hêzên navneteweyî û herêmî li dijî tecrûbeya demokrasiyê ya Rojhilata Navîn bûn yek.ʺ  

Medya her wiha diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk bi hemû hêza xw didome heta Efrîn bi temamî ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar dibe. 

Medya bang li tevahî gelên herêmê kir ku yekîtiya xwe xurt bikin û têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk bilind bikin. 

Civîn bi bersivdayîna pirsên beşdaran bi dawî bû. 

(mm)

ANHA