Gelê Gerê Spî sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Zagros re xwest

Bi dehan gelê Kantona Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Osman Sidqî (Ferhad Zagros) ê ku di Berxwedana Serdemê de gihîşt asta şehadetê re, xwest.

Gelê Gerê Spî sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Zagros re xwest
28 adar, 2018   17:51

GIRÊ SPÎ – Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û girseya gelê Kantona Girê Spî berê xwe da konê sersaxiya şehîdê Berxwedana Serdemê Ferhad Zagros û sersaxî ji malbata wî xwest.

Di serdana sersaxiyê de gel wêneyên şehîd Ferhad Zagros, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ/QSDꞌê bilind kirin.

Serdana sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan li Girê Spî Wehîd Abdullah axivî, bi navê Kongreya Star Mehabad Girê Spî axivî û bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sebrî Nebî axivî.

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û bal kişand ser girîngiya hevgirtina gelên Bakurê Sûriyê ya li hemberî êrîşên li ser herêmê.

Axêveran di axaftinên xwe de diyar kirin ku ji bo parastina xaka Efrînê, yekîtiya gel û xaka Sûriyê Ferhad Zagros kurê Girê Spî, gihîşt asta şehadetê. Her wiha dan zanîn ku bi şehadeta Zagros diyar bû ku gelê Bakurê Sûriyê yek e û bi saya biratiya gelan tevahî xaka Bakurê Sûriyê dê ji dagirker û çeteyan rizgar bibe.

Piştre nasnameya şehîd ji aliyê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Berxwedan Hesen ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Serdana sersaxiyê bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.

(dr)

ANHA