Li Tebqayê yekem dewreya HATʹê bi dawî bû

Li Tebqayê yekem dewreya Hêzên Antî-Teror bi beşdariya bi sedan gelê Tebqayê û rêveberên Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi dawî bû. 

Li Tebqayê yekem dewreya HATʹê bi dawî bû
28 adar, 2018   16:46

TEBQA – Dewreya perwerdeyê HAT ku bi navê ʺTolhildana şehîdan HATʹêʺ 4 mehan dom kir. 

Şahiyea bidawîbûna dewreyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Fermandarê HATʹê li Reqayê Iskender Îsa axivî û hêzên HATʹê wekî hêzên herî xurt û xwedî tecrûbe ku dikare parastina welatê xwe bike, bi nav kir. 

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê Mezlûm Umer jî bidawîbûna dewreyê pîroz kir û da zanîn ku wê gelê Bakurê Sûriyeyê hesab ji Erdoganê faşîst bixwazin. 

Fermandarê HATʹê li Bakurê Sûriyê Baran Çavreş jî spasiya hemû kesên ku endamên dewreyê perwerde kirin, kir. 

Piştre jî endamên dewreyê soza parastin axa welat û şopandina riya şehîdan dan. 

Di dawiyê de endamên dewreyê toraneke leşkerî li dar xistin û rêbazên ku di perwerdeyê de fêr bûne, pêşkêş kirin. 

(mm)

AHNA

" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>