Di çalakiya girava birçîbûnê de, bang ji bo civaka Ereban

Çalakgerên girava birçîbûnê ya Tebqayê hişyariya pîlanên Tirkiyê yên dagirkirina welatên Ereban kirin.

Di çalakiya girava birçîbûnê de, bang ji bo civaka Ereban
25 adar, 2018   12:11

TEBQA – Şêniyên herêma Tebqayê ji bo piştgiriya xwe bi gelê Efrînê re nîşan bidin û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk li Efrînê şermezar bikin, ji beriya 5 rojan ve çalakiya girava birçîbûnê dane destpêkirin.

Çalakiyên girava birçîbûnê, di roja xwe ya 6‘an de didome.

Ji çalageran, Feysel El-Xemîs axivî û bêdengiya raya giştî şermezar kir. Feysel El-Xemîs got, "Em li vir in da ku piştgiriya xwe ji bo gelê me yê Efrînê nîşan bidin. Ev şer ne tenê şerê li dijî Efrîn e, di  heman demê de hemû gelê Sûriyê û civaka Erebî jî hedef digire."

El-Xemîs di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku berxwedana wan derbasî merheleyek nû bûye û berdewam e.

Meryem El-Felah a ji bajaroka El-Mensûra ya dikeve başûrê rojhilatê Tebqayê jî beşdarî çalakiyê giravê bûye, piştgiriya şêniyên bajaroka El-Mensûra bi gelê Efrînê re destnîşan kir û got "Şêniyên bajaroka El-Mensûra polîtîkeyên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirina nejatî bi tu awayî qebûl nakin."

(bb)

ANHA