Rayedarên Dêrazor: Pêwîste gelê Sûriyê li hemberî dagirkeran bisekinin

Rêveberên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê têkildarî kiriyarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê, gotin ku Efrîn beşeke ji Sûriyeyê, pêwîste gelê Sûriyê li hemberî dagirkeriyê bisekinin.

Rayedarên Dêrazor: Pêwîste gelê Sûriyê li hemberî dagirkeran bisekinin
25 adar, 2018   11:45

DÊRAZOR – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 20‘ê Çileyê ve bi her cûre çekên giran êrîşî Efrînê dike, di encamê de bi sedan sivîl hatine şehîdxistin û birîndarkirin. Li hemberî van êrîş û komkujiyan civaka navdewletî bêdeng e.

Rêveberên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê derbarê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û got ku Efrînê beşeke ji Sûriyeyê, pêwîste gelê Sûriyê li hemberî dagirkeran serî hildin.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazor Xesan El-Yûsif daxuyakirin ku Tirkiyê li  pêşberî çavên cîhanê li Efrînê komkujî û êrîş pêk anîn û got ku "Şêniyên Efrînê ji ber kiryar û komkujiyên dewleta Tirk malên xwe berdan. Ev hemû li pêşberî çavên rêxistinên mirovî çêbûne, lê tu rêxistin dengê xwe nikirin û ev kiryar şermezar nekirin. Em dikarin bêjin ku bêdengiya wan sûcekî mirovî ye."

El-Yûsif anî ziman ku şêniyên Efrînê yên warên xwe berdan e  Kurd, Ereb û pêkhateyên din e ku bi hev re jiyan dikirin, koçberkirina wan bi darê zor bi tu awayan nayê qebûlkirin.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî kir ku alîkariya şêniyên Efrînê bikin û destwerdanê bike da ku dagirkeriya Tirkiyê ji herêmê derkeve û welatî vegerin warên xwe.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Dêrazorê Merwan El-Fiteyih jî anî ziman ku Efrîn beşek ji Sûriyeyê, pêwîste gelê Sûriyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekine.

El-Fiteyih bêdengiya raya giştî ya li  hemberî van êrîşan Tirkiyê şermezar kir û got ku pêwîste civaka navdewletî derbarê Efrînê de helwesta xwe zelal bike. El-Fiteyih got "Dagirkeriya Tirkiyê ji bo xaka Sûriyê nayê qebûlkirin."

(bb)

ANHA