Li gundê Rawya mayînek teqiya, du zarok mirin

Mayîneke ku çetayan berê li gundê Rawya yê Serêkaniyê  çandibûn bi du zarokan ve teqiya.

Li gundê Rawya mayînek teqiya, du zarok mirin
25 adar, 2018   12:37

HESEKÊ – Li gundê Rawya yê girêdayî herêma Serêkaniyê, mayînek ku çeteyên DAIŞ`ê berê çandibûn bi du zarokên gund ve teqiya. Di encamê de her du zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, navên herdu zarokan wiha ne: Emar Îsmaîl El-Sûdan û Hisên Elî El-Selûm.

(sx)

ANHA