TCK`ê jî ji ENKS`ê qut bû

Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) raghandin ku ji ber kiryar û helwestên ENKS`ê wan xwe ji nava ENKS`ê kişand.

TCK`ê jî ji ENKS`ê qut bû
25 adar, 2018   11:01

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) bi daxuyaniyeke nivîskî raghand ku ew bi awayekî fermî xwe ji nava ENKS`ê dikşînin.

TCK`ê di daxuyaniya xwe de got ku piştî paşguhkirina ciwanan, kesayetên serbixwe û jinên Kurd û ji bo giringiya hevkariya di navbera hemû ciwan, kesayetên serbixwe, welatparêz, partiyên siyasî û giringiya yekîtiya Kurdan di vê demê de, wan xwe ji nava  ENKS`ê kişandin.

TCK`ê di dawiya daxuyaniyê de, bang li hemû aliyên siyasî kir ku yekîtiya xwe ava bikin.

(kc)