Rûsya ku li Efrînê rê ji Tirkiyê re vekir, metirsîdar e

Rojnameyek Rûsî diyar kir ku metirsîna Rûsya heye ku şerê Tirk û Kurdan berfireh bibe û Efrînê veguhere bargeheke  terorîstan.

Rûsya ku li Efrînê rê ji Tirkiyê re vekir, metirsîdar e
25 adar, 2018   10:45

NAVENDA NÛÇEYAN - Di nivîsekê ku Rojnameya El-Şeriq El-Ewest weşandibû de, ku nivîsê xwe spartiye rojnameya Nezavisimaya Gazeta ya Rûsî, destnîşan kir ku Rûsya piştî bûyerên dawî li Efrînê li pêşberî hilbjartinên nû ye.

Rojnameyê diyar kir ku Mosko ihtîmala berfirkirina pevçûnan di navbera Tirkiyê û Kurdan de lêkolîn dike û got ku Mosko di metirsiyê de ye ku li Efrînê komên nû di bin navê çeteyên artêşa Sûriyê ya Azad derkevin, lê ev komanan ji çeteyên gelek  aliyan pêk tê, ango îhtîmaleke heye ku ev "Komên paşverû" serweriya xwe li ser herêmê feriz bikin.

Li gorî rojnameyê; avakirina rêveberiyeke ji mûxalifên îsalmî yê bi navê Artêşa Azad a Sûriyê li Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve » ihtîmal ku Efrînê veguhere cihekî din ji bo (paşverû) mîna Idlibê heye.

Tirkiyê, bi erêkirina Rûsyê di 20‘ê Çile de êrîşî Efrînê kir, li beramberî ku balafirgeha leşkerî ya Ebû El-Dihûr a li Idlibê û tevahî herêmên Xûtaya Rojhilat radestî Rûsya were kirine.

Li gor nivîsê, pisporê Rûs dibîne" Avakirina herêmek li Sûriyê di bin serweriya Tirkiyê de, Rûsya dixe helwestek zehmet. Mosko şîara parastina yekîtiya xaka Sûriyê bilind dike, lê di heman demê de naxwaze bi Tirkiyê re bikeve nava nakokiyan.

(bb)