Mamoste û karmend careke din li seranserê Başûr rabûn ser piyan

Li seranserê Başûrê Kurdisatnê xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî sîstema paşdexistinan mûçe pêkhat.

Mamoste û karmend careke din li seranserê Başûr rabûn ser piyan
Mamoste û karmend careke din li seranserê Başûr rabûn ser piyan
25 adar, 2018   11:12

NAVENDA NÛÇEYAN - Îro ji serê sibehêe ve mamoste, karmend û tendûristkarên piraniya bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê li dijî sîstema paşdexistina mûçe xwepêşandanên nerazîbûnên lidarxistin.

Daxwazên mamosteyan, tendûristkar û karmendan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ewe ku mûçe di dema xwede were dayîn û sîstema paşdexistina mûçe, gav ji bo pêşxistina sîstema perwerdeyê were avêtin ku perwerde niha li Herêma Kurdistanê de di rewşeke xirap de ye.

Mamosteyên û karmendên bajarê Hewlêrê li Parka Şanedar kom bûn û ber bi avahiya Desteya Wezîran ve meşiyan. Lê hêzên ewlekariyê yên Hewlêrê mûdexeleya xwepêşanderan kir û di encamê 4 kes bi bombeyên deng birîndar bûn. Heya van kêliyan jî xwepêşandan tevî mûdexeleyan jî berdewam e.

Li bajarê Silêmanî jî bihezaran mamoste, karmend û tendûristkar jî li ber Wezareta Perwerdeya Rojava  kom bûn û ber bi Dadgeha Silêmanî meşiyan. Mamosteyan li vir çadir vedan û dest bi grevê kirin.

Dîsa li Silêmanî mamosteyên ser bi Wezareta Xwendina Bilind jî li ber Kampa nû ya Zankoya Silêmanî kom bûn bi meşê çûn li ber dadgeha Silêmanî û beşdarî çalakiya mamosteyan ya baskê din bûn û biryare ew jî tevlî grevê bibin.

Xwepêşandanên nerazîbûnê yên li dijî sîstema paşdexistinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li parêzgeha Helebce jî bi dirûşma, “Ji bo em encam bigirin, pêwîste berdewam bikin” ji ber Filkey Omerî Xawerewe heya Baxê Giştî meşiyan.

Mamoste li bajarê Kerkûk jî li ber avahiya Perwerdeya Giştî ya Kerkûkê kom bûn û daxwaz kirin ku mûçeyên wan bikeve ser Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê.

Mamoste û karmendên Kelarê jî li Parka Leyla Qasim a bajêr kom bûn û berbi Îdareya Germiyanê ve meşiyan.

Li bajarokê Kifrî ya ser bi Îdareya Germiyanê jî mamoste li ber Banka Kifrî kom bûn heya li ser cadeya serekî ya navbera Kelar û Kifriyê meşiyan.

Li bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn jî mamoste û karmend û tendûristkar xwepêşandeke lidarxistin. Xwepêşander li ber Baxê giştî kom bûn.

Her bi heman mebestê li bajarê Ranya ya navenda îdareya Raperîn jî çalakiya mamosteyan pêk hat. Çalavkan li ber avahiya Yekîtiya Mamosteyan kom bûn heya heya avahiya Rêveberiya Perwerde ya Raperînê meşiyan. Li ser pankartek jî wiha hatiye nivîsîn, "Boykota me neçariye, Hikûmet zodariye."

Mamosteyên bajarê Dihokê jî bi heman daxwazan li ber Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Dihokê kom bûn