Navenda çand û hunerê ya Tebqayê tê sererastkirin

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê dest bi sererastkirina navçenda çand û hunerê ya bajarê Tebqayê kirin, da ku çanda şêniyên herêmê careke din werê zindîkirin.

Navenda çand û hunerê ya Tebqayê tê sererastkirin
Navenda çand û hunerê ya Tebqayê tê sererastkirin
Navenda çand û hunerê ya Tebqayê tê sererastkirin
24 adar, 2018   13:51

TEBQA – Çeteyên DAIŞ`ê bi dagirkirina herêmê re ku 4 salan dewam kir, ji bo tunekirina çanda gelan her tişt kir.

Piştî ku herêma Tebqayê bi giştî di 10`ê Gulanê de, ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin, çanda gelê Ereb jinûva zindî bû.

Komîteya Çand û Hunerê beriya niha bi deh rojan dest bi sererastkirina navenda çand û hunerê  ya li taxa Tanî ya Tebqayê dikeve, kir. Wekî gava destpêkê navend ji bermahiyên şer tê paqijkirin, paşê wê kehrebe û deriyên navendê werin çêkirin.

Komîteyê qata jêrîn û ya yekemîn bi giştî paqij kir û niha dest bi sererastkirina dîkê kiriye.

Yek ji rêveberên buroya şano Fîras Remedan  da zanîn ku navend ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû xerabkirin, wan jî niha dest bi sererastkirina wê kiriye.

Di navendê de, wê hemû beş werin vekirin û yek ji wan jî pirtûkxane ku bi hezaran pirtûk têde hebûn. Her wiha wê beşek ji bo pêşengehên wêneyên zarokan were vekirin.

Remedan got ku piştî navenda çand û hunerê ya Tebqayê werin sererastkirin, wê dest bi çêkirina navendên çandê li bajarokên El-Cirniye û El-Mensûra bikin, da ku hemû çand jinûva werin zindîkirin.

(kc)

ANHA