Çalakvanên grevê ji NY re gotin: li hember qetilaman bêdeng nemînin

Çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya NY’yê di roja 5’an de dom dike. Çalakvanan wiha gotin: “Em hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ji Cizîr û Sûrê dizanin.” Hate diyarkirin divê NY’yê ya li hember qetlamên Tirkiyeyê bêdeng nemîne.

Çalakvanên grevê ji NY re gotin: li hember qetilaman bêdeng nemînin
23 adar, 2018   15:30

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya nivîskar, rewşenbîr, hevşaredar û parlemterên HDP’ê yên ku ji 55 kesan pêk tê ku li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê dabû destpêkirin dewam dike.Çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya (NY) ya li Cenevreyê roja Duşemê ve destpê kiribû di roja 5’an de dewam dike. Rojane bi sedan Kurdistanî û dostên wan diçin serdana konê li pêşiya avahiya NY’yê hatiye vedan piştgirî dikin.

Çalakvanan li qada NY’yê bi pankartên “Dagirkeriya li Efrînê bi rawestînin”, “NY,NATO, YE bêdeng in, Tirkiye qetil dike”, “Daxwaz dikin ku NY’yê divê li hemberî dewleta Tirk bikeve nava tevgerê” û posterên Rêberê Gelên Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê xemilandinbûn û bê navber dirûşmên “Bêdengî wateya hevkariyê ye” û “ Her der Efrîn e, her der Berxwedan e” qîr kirin.

Çalakvanên greva birçîbûnê ya li NY’yê dom dike, diyar kirin ku divê ji bo Efrînê bi lezgîn bikevin nava tevgerê, her wiha siyasetmedarên ji derdorên cihê jî çûn serdan çalakvanan. Namzeta Parlementoya Parlementoya bajarê Cenevre ya Partiya Lîberal a Redîkal û xebatkara Aktivîsta Mafê Mirovan a di bin sêwana NY’yê de Jeolle Fîss ji bo piştgirî bide serdana çalakvanan kirin.

FÎSS: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIKIN

Fîss bi şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê dest bi axaftinê kir û rexne li bêdeniya li hemberî bûyerên li Efrînê diqewimin kir. Fîs got: “Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike, Efrîn dagir kir. Li wir bi sedan sivîl qetil kir. Em vê qebûl nakin, li dijî vê dagirkeriyê em ê têkoşînê bikin.” Fîss di dawiya axaftina xwe de got: “Bijî Kurdistan”.

TORE: WÊ NEÇAR BIMÎNİN KU EFRÎNÊ TERK BIKIN

Yek ji kadroyên pêşeng yên tevgera çepgir a Tirkiyeyê Tesli Toöre jî serdana çalakgeran kir û axaftinek kir. Töre berxwedên Berxwedana Serdemê silav kir û got ku li Efrînê şerê li dijî hovitî û mirovahiyê tê kirin û wiha got; “Li Efrînê yên serketin berxwedêrên esîl ên Efrînê ne. Hêzên dagirker ên Tirk wê neçar bimînin ku Efrînê terk bikin.”