Gelê Serêkaniyê cenazeyên Çekdar û Xelîl oxir kirin

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyên şervanê QSDʹê Çekdar ku 17ʹê Adarê  di berxwedaniya Efrînê şehîd bûbû û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xelîl Ismayîl ku li bajarê Dêrezorê  şehîd bûbû oxir kirin.

Gelê Serêkaniyê cenazeyên Çekdar û Xelîl oxir kirin
Gelê Serêkaniyê cenazeyên Çekdar û Xelîl oxir kirin
Gelê Serêkaniyê cenazeyên Çekdar û Xelîl oxir kirin
Gelê Serêkaniyê cenazeyên Çekdar û Xelîl oxir kirin
Gelê Serêkaniyê cenazeyên Çekdar û Xelîl oxir kirin
Gelê Serêkaniyê cenazeyên Çekdar û Xelîl oxir kirin
Gelê Serêkaniyê cenazeyên Çekdar û Xelîl oxir kirin
23 adar, 2018   15:19

HESEKÊ - Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyên şervanê QSDʹê Çekdar ku 17ʹê Adarê  di berxwedaniya Efrînê şehîd bûbû û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xelîl Ismayîl ku li bajarê Dêrezorê  şehîd bûbû oxir kirin.

Girseya gel cenazeyên şervanê QSDʹê Eyûb Şêxî (Çekdar) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê  Xelîl Ismayîl ji nexwşxaneya Roj a navçeya Serêkaniyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve ketin rê.

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPGʹê  û Hêzên Erka Xweparatinê ve dest pê kir.

Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Şêxî axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û da zanîn ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, bedelên giran dane ji bo rûmet û hebûna gelê xwe biparêzin.

Li ser navê hêzên Erka Xweparastinê Ismayîl Birahîm jî axivî û soz da malbatên şehîdan ku heta ew ê heta ninasên dawî  xaka pîroz ji êrîşkar û dagirkeran biparêzin.

Li ser navê malbatên her du şehîdan  jî soza şopandina riya şehîdên hat dayîn.

Piştî ku nasnemeyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeya ʺŞehîd namirinʺ de hatin veşartin. 

(sx/mm)

ANHA