Li hember dagirkeriyê çalakiyên protestoyî didomin

Çalakiya greva biçîbûnê ya gelê herêma Tebqayê di roja 4ʹemîn de didome.  

Li hember dagirkeriyê çalakiyên protestoyî didomin
23 adar, 2018   16:40

TEBQA – Di roja 4ʹemîn de gelê bajaroka Cerniye beşdarî konê çalakiyê bûn. Îro di saetên esrê de jî nûnerên Midûriyeta Veguhestinê, Komîteya Aborî û Komîteya Jinê serdana kon kirin.

Her wiha ji bo nirxandina rewşa dawî ya herêma Efrînê de jî civînek ji gelê herêmê re hat lidarxistin.  Di civînê de Hevserokê Komîteya Aborî Ehmed Silêman axivî û da zanîn ku îro erka tevahî gelên herêmê ye ku yekîtiya xwe ava bikin û li hember siyasetên dijmin têbikoşin. 

(mm)

ANHA