ˊPDK’ê bi tang û topên Baasê Hewlêr dagir kirˊ

YNK’ê ragihand ku PDK’ê Hewlêrê bi tank û topên Baasê dagir kir û piştî salekê jî bi leşkerên Tirkiyeyê re ev dagirkerî dewam kir.

ˊPDK’ê bi tang û topên Baasê Hewlêr dagir kirˊ
12 adar, 2024   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbenda 3 a Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyekê ragihand ku PDK’ê bi piştgiriya rejîma Baasê û dewleta Tirkiyeyê Hewlêr dagir kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “PDK’ê bi tank û topên Baasê Hewlêr dagir kir û piştî salekê jî bi tevlêbûna nav leşkerên Tirk ev dagirkerî dewam kir. Hemû xelkê Kurdistanê dizane ku PDKˊê Hewlêr û Duhokê kiriye girtîgeha azadîxwazan û çavkaniyên Kurdistanê talan kirine.”

YNK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Em ê Hewlêrê wergirin, lê ne bi tank û topên dagirkeran. Em ê bi dengê xelkê resen m Hewlêrê û yasayê wergirin.”