Switzerland ji ber sûcên şer Rifet Esed sewqî dadgehê kir

Dozgera giştî ya Switzerland ragihand ku apê Beşar Esed, Rifet Esed bi tawana pêkanîna sûcên şer ên dermirovî di salên 1980'î de, tawanbar kir û ew sewqî dadgehê kir.

Switzerland ji ber sûcên şer Rifet Esed sewqî dadgehê kir
12 adar, 2024   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Dozgera giştî ya Switzerland roja sêşemê ragihand ku apê Beşar Esed, Rifet Esed bi pêkanîna sûcên şer û sûcên dermirovî di salên 1980'î de hat tawanbarkirin. Dozgerê diyar kir ku Rifet Esed di Sibata 1982'yan de fermanên kuştin, êşkencekirin, zordarî û binçavkirina nerewa li Hemayê di serdema Hafiz Esed de derxistin.

Tê zanîn ku dadgeriya Switzerland sala borî biryara girtina Rifet Esed dabû. Rifet Esed di 1982ˊyan de dema alîkarê birayê xwe Hafiz Esed bû sûcên şer li Sûriyeyê pêk anîbûn.

Biryara dadgeha federal piştî salekê ji daxwazê hat belavkirin.

Nivîsgeha dozgera giştî ya federal jî xwest ev daxwaz nepenî bimîne da ku Rifet Esed (85) nikaribe ji hesabxwestinê bireve.

(mh)