ˊHevgirtina gel bersiva li dijî siyasetên dagirkeriyê yeˊ

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Dêrazorê panelek li dar xist, her wiha beşdaran diyar kir ku hevgirtina gel bersiva li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker e.

ˊHevgirtina gel bersiva li dijî siyasetên dagirkeriyê yeˊ
ˊHevgirtina gel bersiva li dijî siyasetên dagirkeriyê yeˊ
ˊHevgirtina gel bersiva li dijî siyasetên dagirkeriyê yeˊ
ˊHevgirtina gel bersiva li dijî siyasetên dagirkeriyê yeˊ
ˊHevgirtina gel bersiva li dijî siyasetên dagirkeriyê yeˊ
ˊHevgirtina gel bersiva li dijî siyasetên dagirkeriyê yeˊ
20 sibat, 2024   16:39
DÊRAZOR

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Dêrazorê bi sernavê ˊBi xurtkirina rihê neteweya demokratîk em ê komployan têk bibin û dagirkeriyê bi dawî bikinˊ li hola Meclisa Rojava ya bajarokê Kesra yê Dêrazorê panelek li dar xist.

Di çarçoveya lidarxistina rêzepanelan bi heman sernavê ev panel hat lidarixstin, her wiha duh li Minbicê û beriya wê li Tebqayê heman panel hat lidarxistin.

Di panelê de nûnerên jin ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Komîteya Çand û Şûnwaran beşdar bûn. Di panelê de endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Elaa El Seîd li ser siyaseta dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmêa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên wê yên li dijî herêmê axivî.

El Seîd got armanca dewleta Tirk a dagirker ji van plan û komployên li dijî herêmê aloziyeke etnîkî û derxistina fitneyan ava bike.

Endama rêvebera Nivîsgeha Jınan a Partiya Sûriya Pêşerojê Huda El Xalidî li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexasim sûcên li dijî jinan û zarokan axivî û got bi hevgirtinê û sekna li hember van êrişan ew ê êrişan têk bibin.

Di dawiyê de nîqaş hatin kirin û hate gotin pêwîst e rola jinan di civakê de were xurtkirin, asta wê çandî were bilindkirin, siyasetên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî gelê Sûriyeyê bi taybet jinan werin teşhîrkirin.

(fr)

ANHA