Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Ebas

Xelkê Reqayê sersaxî ji malbata şervanê QSDˊê Ehmed Ebas xwest. Şehîd Emed Ebas dema li ser erka xwe li Eyn Îsayê bû şehîd bû.

Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Ebas
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Ebas
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Ebas
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Ebas
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Ebas
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Ebas
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Ebas
20 sibat, 2024   16:30
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), meclisên gel ên xeta başûr, xeta rojava, Meclisa Rêvber a Kantona Reqayê û Meclisa Leşkerî ya Girê Spî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîma sersaxiyê de şervanê QSDˊê li herêma Firatê Salih El Boş sersaxî malbatên şehîdan û got: "Ev xaka pîroz xêr û berê li tevahî cîhanê belav dike. Şehîdên welat ji bo nifşên bê xwedî fedakariyên mezin û leheng in."

El Boş wiha domand: "Ji wan şehîdan şehîd Ehmed Ebas e. Em pê serbilind in."

Li ser navê xeta rojava ya Reqayê endamê Meclisa Gel a xetê Basil El Elî axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin. Şehîd di oxira parastina welat de şehadet bi dest xist."

Di dawiyê de beşdaran soza şopandina rêça şehîdan da.

(fr)

ANHA