Şehîd Bakur Efrîn li Helebê hat oxirkirin

Bi hezaran xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şervanê YPGˊê şehîd Bakur Efrîn oxir kir.

20 sibat, 2024   16:49
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê merasîma oxirkirina şervanê YPGˊê Bakur Efrîn (Emîn Hesen Ebdo) li dar xist. Bakur Efrîn di 22ˊyê Çileyê de li Tebqayê şehîd bû.

Şênî li pêş Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer beşdar bûn û bi karwaneke girseyî berê xwe da Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Li goristanê yek ji fermandarên YPGˊê Hemze Heleb axivî û got: "Şehîd Bakur Efrîn di nava malbateke welatparêz de li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurdistanê ji salên 1990ˊî de mezin bûye. Ji destpêka Şoreşa 19ˊê Tîrmehê tev li YPGˊê bûye."

Hemze Heleb wiha domand: "Em ê di oxira têkbirina plan û komployên li dijî gelan de di serî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de têkoşîna xwe bilind bikin."

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Beyrem jî axivî û got: "Meha Sibatê ji bo gelê Kurd meheke reş e. Ji ber ku di 15ˊê Sibatê de komploya navneteweyî li dijî Rêber Apo hat pêkanîn."

Şervanê YPGˊê Tolhildan Bîrhat ku pismamê şehîd e got malbata şehîd Bakur soza xwe ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û pêkanîna armancên şehîdan nû dike.

Di nava tilîlî û diruşmên şehîd namirin de şehîd hat oxirkirin.

(fr)

 ANHA