ˊEm kesên bi dijmin re tevkariyê dikin efû nakinˊ

Jinên kantona Cizîrê hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got: "Yê ku hevkariya dijminê Kurdan bike em wî efû nakin. Kiryarên PDKˊê dikevin xizmetî dijminên herêmê yên ku hewl didin gelên bi hev re dijîn qir bikin."

ˊEm kesên bi dijmin re tevkariyê dikin efû nakinˊ
30 ÇILE, 2024   03:34
QAMIŞLO

Li hember êrişa çekdarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li dijî gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê, gelê Kurd li seranserî Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan da.

Çekdarên PDK'ê di 24'ê Çileyê de li dijî gerîlayan li herêma Amêdiyê êrişek pêk anî. Di encama êrişê de 2 gerîla birîndar bûn. Piştî êrişê, artêşa Tirk a dagirker 2 wesayîtên gerîlayan li heman deverê hedef girtin.

Bedîa Elî ya ji navçeya Girkê Legê ya kantona Hesekê wiha axivî: "Şerm e ku partiyeke Kurd hevkariya dijminên doza Kurdî bike û ji bo berjewendiyên xwe yên kesane li dijî gelê xwe komkujiyan pêk bîne."

Bedîa Elî wiha domand: "Pêwîst e PDK'ê dev ji kiryarên xwe berde. Em hevkarên dijminên gelê Kurd ên ku me dikujin û qir dikin û şerê gerîlayan dikin, efû nakin."

Hikmiye Ebdî jî destnîşan kir ku ew kesên tevkariyê bi dijmin re dikin û li dijî Kurdan disekinin efû nakin û got: "Kiryarên PDK'ê dikevin xizmetî berjewendiyên dijminên herêmê."

Hikmiye Ebdî diyar kir ku gerîla misogeriya pêkanîna azadiyê û armancên gelên Kurdistanê ne.

Esme Murad der barê heman mijarê de wiha axivî: "Kiryarên PDK'ê êdî ne tiştekî nû ne û ji bo hemû Kurdên welatparêz xuya ne. Li dawiyê dê PDK'ê wek dijminên gelê Kurd ên berî wê, têk biçe. Dê serkeftina para kesên di oxira rizgariya Kurdistan û gelên wê de tê dikoşin be."

(mh)

ANHA