ˊDi êrişa Îsraîlê de 35 Filistînî hatin kuştinˊ

Berpirsên qada tenduristî yên Filistînê destnîşan kir ku îro di topbaran û bombebarana Îsraîlê li dijî Xezayê de 35 welatiyên Filistînê hatin kuştin.

ˊDi êrişa Îsraîlê de 35 Filistînî hatin kuştinˊ
23 gulan, 2024   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên qada tenduristî û çapemeniya girêdayî tevgera Hemasê diyar kir ku roja pêncşemê di topbaran û bombebarana Îsraîlê li dijî Xezayê de 35 welatiyên Filistînî hatin kuştin. Her wiha di navbera artêşa Îsraîlê û çekdarên Hemasê de li bajarê Refeh pevçûnên derket.

Her wiha hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê êrişên xwe li 3 herêmên rojhilatê Refehê didomîne û berê xwe daye taxa Yebna ya rojavayê Refehê.

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî bakur û başûrê Xezayê yên vê mehê de, bi sed hezaran Filistînî hatin koçberkirin û rê li ber alîkariyên ji bo hatine şandin jî hat girtin.

Rêxistinên alîkariyê û ya UNRWA'yê da zanîn ku ji destpêka hedefgirtina bajêr ji aliyê Îsraîlê ve û heta roja duşemê zêdetirî 800 hezar kes ji Refehê koçber bûn.

(mh)