Komîseriya Hilbijartinan serlêdanên bernamzetan dinirxîne

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew daxwaznameyên bernamzetan dinirxînin û got 25’ê Gulanê dê lîsteya namzetan derkeve.

Komîseriya Hilbijartinan serlêdanên bernamzetan dinirxîne
23 gulan, 2024   16:15
REQA
ENES MIHEMED

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mele Îbrahîm der barê xebatên komîseriyê yên ji bo hilbijartinên şaredariyan de agahî dan ajansa me.

Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku xebatên wan ên niha di çarçoveya lêkolînkirin û nirxandina serlêdanên bernamzetan de ne û diyar kir ku lêkolînkirin dê 2 rojan dewam bike.

Rûkenê destnîşan kir ku piştî lêkolînkirina serlêdanan, dê 2 rojan dema îtîrazê hebe û dê roja şemiyê (25’ê Gulanê) namzet werin ragihandin.

Rûkenê der barê îtîrazan de ev agahî dan: "Li bajar û bajarokan, li navenda Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ji bo îtîrazê navend hene. Li van navendan namzetên ku îtîraz dikin tên pêşwazîkirin. Divê îtîraz qanûnî be û ne li dijî qanûna hilbijartinên şaredariyan be. Her wiha divê belgeyên fermî yên îtîrazê hebin. Navendên îtîrazê îtîrazan li ber çavan digirin. Piştre tên lêkolînkirin û di dawiyê de lîsteyên dawîn tên derxistin.”

Rûkenê diyar kir heta niha 2 hevbendiyan serlêdan kiriye û wiha domand: "Hevbendiyek ji 22 partiyan û hevbendiyeke din ji 5 partiyên siyasî pêk tê, lîsteyên xwe pêşkêş kirine. Hin partiyên din ên siyasî bi awayekî serbixwe û hin kesayetên serbixwe serlêdan kirine. Kesên din ên serbixwe jî hene, lê piştî daxwaznameyên wan ên namzetiyê werin lêkolînkirin dê navên wan werin aşkerakirin."

Têkildarî bernameya hilbijartinê jî Rûken Mele Îbrahîm got: "Li gorî madeya 27’an a qanûna hilbijartinên şaredariyan, partiyên siyasî û namzetên serbixwe dikarin ji dîroka destpêkirina propagendaya hilbijartinê heta dawiya dema propagendayê alên xwe, wêne û armancên xwe li cihên ku komîseriyê diyar kirine, daliqînin. "

(bb)

ANHA