Dayika Silêman Ehmed: Kurê min berdin

Dayika rojnameva Silêman Ehmed bang kir ku kurê wê berdin û zextê li desthilatên PDKˊê bikin heta tê berdan.

Dayika Silêman Ehmed: Kurê min berdin
23 gulan, 2024   16:47
NESRÎN ŞÊXO

Piştî 211 rojan ji revandina edîtora beşa Erebî ya Rojnewsˊê ji hêla desthilatê PDKˊê ve duh cara yekemîn parêzerên wî hevdîtin pê re kir û birayî wî Xalih Ehmed ê li Almanyayê 2 deqeyan pê re axivî.

Dayika rojnamevan Silêman Ehmed, Sultane Ehmed axivî û got: "Duh bi birayê xwe re axivî û got ew baş e."

Sultane spasiya her kesên zext li hikumeta Başûrê Kurdistanê kiriye ku parêzer pê re bicivin kir û wiha domand: "Hemû tometên PDKˊê gotin derqanûnî ne û kurê min ji wan tometan bê par e."

Sultane bang li rêxistin û rojnamevanan kir ku zextê li ser PDKˊê dewam bikin heta Silêman Ehmed berde û wiha pê de çû: "Tu rastiya îdiayên PDKˊê tune ne û mayîna wî di girtîgehê de nerewa ye, divê were berdan."

Sultane wiha dawî li gotina xwe anî: "Nêzî 8 meh e PDKˊê ew revandiye. Kurê min tu gunek nekiriye. Di dirêjahiya van rojan de min dengê wî nebistiye."

(fr)

ANHA