Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dike

Endamên hikûmeta Veguhêz bendên kontirolê danîn û dewriyeyên xwe li dora taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê digerîne. Her wiha rê nade ku sotemenî û gelek madeyên din derbas bibe.

Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dike
13 kanûn, 2025   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bendên kontirolê li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê danîn û dewriyeyên xwe pir kirine, bi taybet li pêşiya bendên hevbeş yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hikûmeta Veguhêz.

Li gorî dîmenên ku hatine şandin ev bend û dewriyeyên hikûmetê rê nadin  ku madeyên sotemeniyê û yên avahiyê, derbasî taxan bibin, her wiha tevgera şêniyan asteng dikin û tê gotin ku hin kes hatine revandin lê heta niha ev yek nehatiye piştrastkirin.

(ac)

ANHA