Li Kobanê ji bo bîranîna 68 şehîdan kon vedan û şîn girtin

Îro ji bo bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê konê bîranînê hat vedan, gel dê ji herêma Cizîrê beşdarî merasîmê bibe.

21 cotmeh, 2026   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

îro li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê, konê bîranîna 68 gerîlayên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ku di salên cuda de di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, hat vedan.

Li gorî agahiyan wê gelê herêmê bi girseyî beşdarî merasîma bîranînê bibin.

Duh karwanê gel ji bajarê û bajarokê Til Temir, Hesekê, Zirgan, Dirbêsiyê, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Amûdê, Tirbespiyê û Çilaxa ji bo beşdariya merasîmê, li Çerxerêya Qendîl a li Til Temirê kom bû û ber bi Kobanê ve bi rê ket.

Bi boneya merasîmên bîranînê, li bajarê Kobanî şîn hat ragihandin û hemû dikan û bazar hatin girtin.

Li gorî Meclîsa Malbatên Şehîdan, dê di merasîmên bîranînê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, li ser navê Koordînasyona Kongreya Star û her wiha li ser navê partiyên siyasî, Kongreya Îslama Demokratîk û gelek saziyên din axaftin bên dayin.

Her wiha di merasîmê de dê peyamek vîdyoyî ji fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murat Karayilan, û her wiha fîlmek ku jiyan, têkoşîn û qurbaniyên şehîdan nîşan dide, were pêşandan.

(k)

ANHA