Zarokên şehîdan: Zimanê me nasnameya me ye

Zarokên şehîdan li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê daxuyanî da û got “Zimanê me nasname û hebûna me ye, em ê xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Zarokên şehîdan: Zimanê me nasnameya me ye
Zarokên şehîdan: Zimanê me nasnameya me ye
Zarokên şehîdan: Zimanê me nasnameya me ye
Zarokên şehîdan: Zimanê me nasnameya me ye
Zarokên şehîdan: Zimanê me nasnameya me ye
Zarokên şehîdan: Zimanê me nasnameya me ye
9 îlon, 2026   11:37
KOBANÊ

Îro li bajarê Kobanê zarokên şehîdan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya veqetandina tenê 3 saetan ji bo hînkirina bi zimanê kurdî, daxuyanî da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê zaroka bi navê Ehenda Mihemed ve hat xwandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo me zimanê kurdî ne bi tenê mijareke dersê ye ku dikare di dersan de were zêdekirin an kêmkirin. Zimanê me zimanê dayik û bavên me, zimanê malbat û civaka me ye, zimanê çîrok, stran, bîranîn û nasnameya me ye. Ew parçeyekî hebûna me ye û ji nifşekî bo nifşekî hatiye parastin û veguhastin.”

Her wiha hat gotin: “Em naxwazin zimanê kurdî tenê zimanê malê û axaftinê be. Em dixwazin ew zimanê xwendinê, nivîsandinê, zanînê, çandê û afirandina pêşerojê jî be. Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku biryara kêmkirina dersên zimanê kurdî ji nû ve bê nirxandin û berî ku guhertineke wiha girîng di pergala perwerdeyê de bê kirin, bi mamoste, pispor, zanîngeh, nivîskar, lêkolîner, dê û bav û sazî û rêxistinên civakî re gotûbêjeke rastîn û berfireh bê kirin.”

Zarokên şehîdan bang li hemû sazî û rêxistinên têkildar, mamoste, pispor, dê û bav û hemû hêzên civakî kir ku di parastin û pêşxistina zimanê kurdî de berpirsyariya xwe pêk bînin.

 (ct/k)

 ANHA