Li Parlamentoya Ewropayê rewşa xiristiyanên Sûriyeyê hat nirxandin

Li Parlamantoya Ewropayê konferansek ji bo nirxandina rewşa xiristiyanên Sûriyeyê hat lidarxistin û tê de hate gotin ku divê di destûra Sûriyeyê de mafên wan were dayîn.

Li Parlamentoya Ewropayê rewşa xiristiyanên Sûriyeyê hat nirxandin
9 îlon, 2026   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferans li avahiya Parlamantoya Ewropayê ya li bajarê Brukselê yê Belçîkayê hate organîzekirin. Nûnerên partiyên siyasî, kesayet û hêzên siyasî yên Sûriyeyê, oldar, endamên Parlamentoya Ewropayê, nûnerên saziyên Ewropayê û Suryan û Aşûrî tev li konferansê bûn.

Konferans ji aliyê komeke saziyên Ewropayê yên wekî Yekitiya Suryanî ya Ewropayê ve hate organîzekirin. Di konferansê de rewşa ewlehî, siyasî, aborî û jiyanî ya li Sûriyeyê û bandora wê li ser hebûna xiristiyanan li Sûriyeyê hate nirxandin.

Oldar û kesayetên siyasî di konferansê de teqez kir ku divê hebûna xiristiyanan li Sûriyeyê were parastin û garantî were dayîn ku ew jî cihê xwe di saziyên dewletê de bigirin û di destûrê de mafên wan ên olî û neteweyî were dayîn.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê Senherîb Bersûm jî di konferansê de axivî. Bersûm bal kişand ser rewşa xiristiyanan a li Sûriyeyê û anî ziman ku xiristiyan têne paşguhkirin û di aliyê ewlehî, aborî û jiyanî de zehmetî dibînin.

Bersûm diyar kir ku divê di destûra Sûriyeyê de û bi qanûnî garantiya parastina mafên gelê Suryan û Aşûrî yên neteweyî, çandî û zimanî werin parastin.

Her wiha di konferansê de pêşniyar kir ku Suryan û Aşûrî cihê xwe di saziyên dewletên de bigirin, zimanê suryanî bibe yek ji zimanên fermî yên dewletê û nasnameya gelê Suryan û çanda wan were parastin.

Di konferansê de hate gotin ku divê di destûra Sûriyeyê de mafên neteweyî û olî yên xiristiyanan werin dayîn û ew jî ji warê xwe koçber nebin û hebûna xwe li Sûriyeyê biparêzin.

(np)