Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa ciwanan dest pê kir

Bi sedan ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest bi meşeke dirêj kir. Meş ji Qamişlo heta Dêrikê dewam dike.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa ciwanan dest pê kir
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa ciwanan dest pê kir
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa ciwanan dest pê kir
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa ciwanan dest pê kir
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa ciwanan dest pê kir
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa ciwanan dest pê kir
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa ciwanan dest pê kir
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa ciwanan dest pê kir
29 mijdar, 2023   11:27
QAMIŞLO

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi sedan ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber stada Şehîdên 12`yê Adarê ya li bajarê Qamişlo kom bûn û dest bi meşa dirêj a ber bi bajarê Dêrikê ve kir.

Meş 3 rojan dewam dike û ji bo piştgiriya hemleya cîhanî ya ku di 10`ê Cotmehê de li 74 navendan hatiye destpêkirin ev meş tê lidarixistin. Di bernameya meşê de çalakiyên cihêreng jî li her navçe û bajarokên ku tê re derbas bibin hene.

Ciwanan bi daxuyaniyekê meşa xwe dest pê kir û bi çalakiya protestokirinê di 1`ê Kanûnê de li bajarê Dêrikê meşa xwe bi dawî dikin.

ANHA