Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Kesên bi terorrîzmê tên sûcdarkirin di nava me de tune ne

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê daxuyand ku di nava hêzên wan de tu kesên ku bi tawana terorê  biryara girtinê li dijî wan hatiye dayîn, tune ne.

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Kesên bi terorrîzmê tên sûcdarkirin di nava me de tune ne
9 tebax, 2025   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava hêzên wan de tu kesên ku ji aliyê dadgehên navneteweyî ve bi tawanên terorîzmê biryara girtinê li dijî wan hatiye dayîn, tune ne.

Meclisê diyar kir ku ew bi Koalîsyona Navneteweyî re di nava têkiliyan de ye û xwe wek beşeke wê dibîne. Her wiha daxuyand ku mîsyona wê tenê parastina niştecihên Siwêdayê û ji bo pêkanîna qanûn, edalet, wekhevî û aştiyê hemahengiya bi hêzên navneteweyî re ye.

(bb)