Yekitiya Şaredariyên Reqayê xebatên xwe nirxandin û plansazî danî

Yekitiya Şaredariyên kantona Reqayê di civîna xwe ya salane de xebatên xizmetguzariyê yên 2025ˊan nirxandin û plansaziya rêxistinî û xizmetguzarî ya sala bê danî.

12 mijdar, 2025   16:39
REQA

Yekitiya Şaredariyan a kantona Reqayê ji bo nirxandina xebatên şaredariyên kantonê û projeyên îsal pêk anîne civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civîna ku li avahiya Şaredariya Gel a Reqayê hatiye lidarxistin de nûnerên yekitiyan, hevserkê Şaredariya Gel a Reqayê Muhened El Şamî, hevserka Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Gelan a kantona Reqayê û hevserokên şaredariyên gundewarê kantonê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserkê Yekitiya Şaredariyan a kantona Reqayê Feysel El Beyrem rapora salê ya yekitiyê xwendin. Di raporê de xebatên xizmetguzarî yên yekitiyê û şaredariyên gel ên bajar û gundewarê kantonê pêk anîne hatin pêşkêşkirin.

Xebatên şaredariyên gel ên kantonê kirine bi sînevîzyonekê hatin pêşkêşkirin.

Dûre xebatên salekê hatine kirin û budceya li van xebatan hatine xerckirin hatin nirxandin.

Plansaziya ku sala bê were kirin weke çareserkirina pêkanîna sîstema jevcudakirina çopê, pêşxistina hişmendiya jîngehê û pêkanîna geşepêdaneke mayînde, destpêkirina kampanyayên çandina daran û firehkirina rûberên kesk li bajar û bajarokan. Li kêlek wê jî di plansaziyê de wê sala bê binesazî li gorî pêşketina avahîsaziyê û mezinbûna niştecihan were bipêşxistin û diyagrameke avahîsaziyê ya berfireh ji şaredariyan re were amadekirin û pîvanên projeyên endazyariyê werin bipêşxistin. Pêşxistina enerjiya tavê weke ronahiyê û avahiyên giştî, hevkariya rêgeza hevkariyê di nava meclis, şaredarî û welatiyan de ji bo avakirina komîteyên civakî li taxan, piştgiriya destpêşxerêyên ciwanan, lidarxistina kampanyayên hişmendiya paqijiya giştî, aştî, jiyana hevbeş û pêşxistina rola jinan di rêvebirina şaredarî û komîteyên pîşeyî de.

Di dawiya civînê de yekitiyê hevserkên Şaredariya Gel a bajarê Reqayê Muhened El Şamî û Melek El Mihemed, hevserokên Gerînendetiya Avê ya Reqayê Hisên El Cerceb û Menal El Weys xelat kirin.

(fr)

ANHA